Konferansa Neteweyî ya gerîlayên FARC'ê ya li ser mijara aştiyê, destpê kir

Ji bo erêkirina Peymana Aştiyê, ku şerê 2 salan diqedîne, 10. Konferansa Neteweyî ya Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) destpê kir.

Lîderê gerîla Tîmoleon Jîmenez li konferansê axivî û mesaja 'çarenûsa Kolombiyayê di destê we de ye' da gerîlayan.

10. Konferansa Neteweyî ya FARC'ê, bi beşdariya 200 delegeyên gerîla li El Dîamante ya li başûrrojhilatê welêt, ku di bin kontrola gerîla de ye, destpê kir.

Lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmenez bi nasnav Tîmoşenko, ji 500 gerîlayên di dema merasîma vekirina konferansê de amade bûn, axivî. Jîmenez ji gerîlayan xwest, ku Peymana Aştiyê ya di meha Tebaxê de hat îmzekirin û wê şerê 52 salan biqedîne, erê bikin. Tîmoşenko got, "Ne serketî ne jî binketiyê vî şerî nîne" û bi gotina "Siberoja Kolombiyayê di destê we de ye" ji gerîlayan xwestin, destekê bide peymanê.

Lîderê gerîla da xuyakirin, ku Peymana Aştiyê di asta dîrokî de girîng e û bibîr xist, ku hikûmet neçar ma ye garantiyê bide ku gerîla tevlî jiyana siyasî ya aktîf bibin.

KONFERANSA YEKEMÎN E KU STRATEJIYA ŞER LÊ NAYÊ NÎQAŞKIRIN

Konferansa FARC'ê wê heta 23'ê Îlonê dewam bike. Tevî Peymana Aştiyê wê di konferansê de nîqaş li ser rola FARC'ê ya di jiyana siyasî de bê kirin.

Ji rêveberên payebilind ên FARC'ê Carlos Antonîo Losada diyar kir, 10. Konferansa Neteweyî ya Gerîla yekemîn konferanse ku li şûna stratejiya şer, mijara aştiyê nîqaş dike. Losada got, "Ev konferans bûyera herî girîng a dîroka gerîla' ye.

PIRANIYA GEL WÊ PEYMANÊ ERÊ BIKE

Peymana Aştiyê ya navbera FARC'ê û rêveberiya Kolombiyayê, ku di 24'ê Tebaxê de li Kubayê hatibû îmzekirin, eger ji aliyê gerîlayan ve were erêkirin, wê di 26'ê Îlonê de peymana dawî were îmzekirin.

Di 2'ê Cotmehê de jî wê di referandûmê de pêşkêşî gel bê kirin. li gorî anketên dawî ji sedî 55 ê gelê Kolombiyayê peymanê erê dike.