Şewata daristanan rê li ber mirina pêşwext a 100 hezar kesî vekir

Li gorî lêkolîneke zanîngehên Colûmbîa û Harvardê, şewata daristanan a par li Endonezyayê rû da, rê li ber mirina pêşwext a 100 hezar kesî vekir.

Li welatê başûrrohijhilatê Asyayê Endonezyayê, ji ber şewata par rû da, 2,6 mîlyon hektar qada daristanî şewitî. Ji ber şewatê dû li herêmeke berfireh belav bû.

Li gorî daxuyaniya hevpar a zanîngehên Harvard û Colûmbîa, ji ber dûyê şewata daristanan, 100 hezar kes bi rengekî pêşwext jiyana xwe ji dest dane. Ev lêkolîn di kovara Envîronmental Research Lettersê hat weşandin. Di lêkolînê de zerara partîkulên mezinahiya wan kêmî 2,5 mîkrometre ne, ya li ser tenduristiya mirovên bi emr, hat lêkolînkirin.

Di encama lêkolînê de hat tespîtkirin, ku ji ber şewata par li Endonezyyaê 91 hezar 600, li Malezyayê 6 hezar 500 û li Sîngapûrê jî 2 hezar 200 kes bi pêşwextî jiyana xwe ji dest dane.

Ji nûnerên Greenpeace yê Endonezyayê Yûgûn Îndradî têkildarî lêkolînê axivî û destnîşan kir, ku eger tedbîr neyê girtin wê şewata li daristanan her sal 'encamên tirsnak' bi xwe re bîne. Îndradî got, "Ji bo pêşîgirtina li mirinan, eger tedbîr neyên girtin wê ev yek bibe sûcekî krîmînal."