Hevdîtinên Sûriyeyê yên li Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatin betalkirin

Hate ragihandin ku hevdîtinên wê li Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî têkîldarî agirbesta li Sûriyeyê bihatibana lidarxistin hatine betalkirin.

Dihat plankirin ku di rûniştina duh a Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de lihevkirina ku hefteya bihurî mabeyna Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) û Rûsya pêk hatibû bihata gotûbêjkirin. Dihat texmînkirin ku wê têkîldarî detayên lihevkirina her du welatan agahî bêne parvekirin.

Di daxuyaniyê de ku ji Zelandaya Nû hate kirin, hate destnîşankirin ku hevdîtinên têkîldarî lihevkirina Sûriyeyê li ser daxwaza DYA û Rûsya hatine betalkirin.

Di çarçoveya lihevkirina her du welatan de ji roja Duşemê ve li Sûriyeyê agirbest hatibû ragihandin, lê di serî de Heleb, di veguhestina ‘alîkariyên mirovî’ de ku wê biçûbana bajarên ku şer lê diqewimin, pirsgirêkan rû da.

Di daxuyaniya Rûsyayê de jî hatibû ragihandin ku ji bo agirbesta li Sûriyeyê 3 rojên din bê dirêjkirin, amadekarî temam in.