CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Iraqê navçeya Zewye rizgar kir
Hat ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê navçeya Zewye ya dikeve rojavayê Remadî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. -
Li dijî rojnamevanên Ewropayê gef zêde bûne
Di konferansek navneteweyî de ku li paytexta Swêd Stockholmê hate lidarxistin, hate diyarkirin ku gefên li ser rojnamevanên welatên Ewropayê di astek cîdî de zêde bûne. -
SPD: Dîe Lînke û Keskan dikarin bibin koalîsyona çepgir
Li Elmanyayê ku AfD a ku bi gotinên dijberî penaberan di salekê de gihişt dengekî cîdî, îro ji sosyal demokratên ku li hemberî Partiya Çepgir xwedî helwest in daxuyaniyên erênî yên têkîldarî koalîsyona çepgir tê. -
Li Elmanyayê der heqê 285 hezar biyaniyan de lêgerîn heye
Li gor daneyên Daîreya Krîmînal a Federal (BKA), li seranserî Elmanyayê der heqê 285 hezar biyaniyan ji ber biryara dersînorkirinê an jî sûcên din lêgerîn heye. -
Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî wê pêşnûmeyên Rûsyayê yên têkîldarî Helebê bixe dengdanê
Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (DENY) wê têkîldarî pêşnûmeyên ku Fransayê pêşkêş kir û rawestandina bomberdûmana li Helebê ya Sûriyeyê dixwaze û agirbesta ku Rûsyayê pêşniyar kirî bicive û bixe dengdanê. -
Li Haîtiyê bager: 842 kes mirin, xeteriya şewbê heye
Karesata ku bagera Matthewê li Karayîpan pêk anî bi xebatên legerîn,rizgarkirinê ve her ku diçe zelaltir dibe. Hate ragihandin ku tenê yên li Haîtiyê jiyana xwe ji dest dane heta duh êvarî 842 kes bûn. -
Bîlançoya Bagera Matthew: Herî kêm 480 kes jiyana xwe ji dest dane
Her saeta ku diçe ziyanên ku bagera Matthew a ku li Karayiplerê destpê kirî û ber bi peravên DYA’yê ve çû zêde dibe. Li gorî bîlançoya herî dawî; 480 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Xelata Nobelê dan Serokdewletê Kolombiyayê Santos
Xelata Nobelê dan Serokdewletê Kolombiyayê yê ku bi FARC’ê re rûnişt. -
Ji bo darizandina Erdogan pêşnûme pêşkêşî Parlamentoya Swêd hate kirin
Parlamenterê Keskan Jabar Amîn, ji bo Erdogan li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizanin, pêşnûmeya xwe ya ku daxwaz dike ku Swêdê ji bo Neteweyên Yekbûyî bikeve nav hewldanan, pêşkêşî Parlamentoya Swêdê kir. -
Li DYA xeteriya ziwayiya mega zêde dibe
Di gotarê de ku li ser kovara zanyarî ya Science Advances hate weşandin, hişyarî hate kirin ku eger rêjeya gazên ku bi nav atmosferê ve tên berdan neyê kêmkirin, wê li eyaletên başûr û başûrrojavayê DYA’yê xeteriya ‘ziwayiya mega’ dest pê bike. -
Li Elmanyayê skeletekî 11 mîyon salan ê balînayekî hate dîtin
Li nêzî bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di xebata paleontologên de ku li ocaxa xîzê pêk hat, skeletê balînayekî hate dîtin ku herî kêm xwe digihîne 11 mîlyon sal beriya niha. -
De Mîstûra bang li El Nûsra kir ku ‘ji Helebê vekişin’
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra xwest ku çeteyên El Nûsra yên li taxên rojhilat ên Helebê ku hatiye dorpêçkirin, bajar biterikînin. -
Di bagera Matthew de herî kêm 69 kesan jiyana xwe ji dest da
Ji ber sedema bagera Mathew a li Karayîplerê bi bandor bû, jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişte 69’a. -
Di konferansa rojnamevanên Fransayî de li dijî AKP'ê bang hat kirin
Heyeta Kurdistaniyan a beşdarî konferansa Sendîkaya Rojnamevanên Fransayê de, li dijî darbekariya AKP'ê banga piştgiriyê kir. -
Wê bi 15 mîlyar dolarî alîkarî ji Afganîstanê re bê dayîn
Konferansa Welatên Alîkariya Navneteweyî Dikin, biryar da di nava 4 salên pêş de zêdeyî 15 mîlyar dolarî alîkariyê bide Afganîstanê. -
Emrê mirovan kin dibe
Li gorî lêkolînek li ser mirovên temendirêj ên li 40 welatan hat kirin, di nava 20 salên dawî de emrê mirovan kin bûye. -
Desteya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî wek Sekreterê Giştî yê nû Gûterres diyar kir
Lihevkirin çêbû ku li şûna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-moon ku wê di destpêka sala 2017’an wezîfeya wî bi dawî bibe, Serokwezîrê berê yê Portekîzê Antonîo Gûterres were ser wezîfeyê. -
Amrî: Em ê hêza bejahî ya Erdogan weke DAIŞ'ê bibînin
Berpirsyarê Giştî yê Heştî Şaabî Hadî Amrî diyar kir, ew daxuyaniyên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li ser operasyona Mûsilê qebûl nakin. -
ICAO dixwaze gazên ziyandar ên balafirên sivîl kêm bike
Rêxistina Hewakariya Sivîl a Navneteweyî (ICAO), di çarçoveya armancên kêmkirina germahiya global de, sînoran datîne ber belavkirina karbondîoksît (CO2) a ji balafiran ve tê. -
Li Parîsê pêşangeha berxwedêrên Elman ên li ber Nazîzmê rabûn
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo bîranîna berxwedêrên Elman yên di têkoşîna li dijî Elmanya Nazî de jiyana xwe ji dest dan, pêşangehek hat vekirin. -
Dengdanê li gelek eyaletên DYA'yê dest pê kir
Ji bo hilbijartinên 8'ê Mijdarê ku wê seroka/ê 58. ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) lê diyar bibe, karê propagandayê dewam dike. Tê gotin, li gelek eyaletan jî zêdeyî sed hezar hilbijêran deng bi kar anîne. -
Li Şîlî, îtibara Bachelet û 80 leşkeran piştî 43 salan radestî wan hat kirin
Li Şîlî, îtibara Wezîrê Parastinê Alberto Bachelet û 80 mûxalîfên piştî darbeya leşkerî ya faşîst bi îşkenceyê hatin qetilkirin, piştî 43 salan radestî wan hat kirin. -
Li Parlamentoya Ewropayê Hevpeymana Avhewayê hate qebûlkirin
Êdî teqez bû ku wê hevpeyama ku li Parîsê di konferansa avhewayê ya COP21 hate qebûlkirin û meha Nîsanê ji hêla welatên NY hate îmzekirin, bikeve meriyetê. Hevpeymana Avhewayê ya ji hêla PE hate pejirandin meha Mijdarê dikeve meriyetê. -
Namzeta Sekreteriya NY Georgîeva: Ez ê ji bo 'belavkirina dengê başiyê' bixebitin
Xebatên ji bo diyarkirina sekretera/ê nû yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam dikin. Georgîeva, ku hefteya derbasbûyî ji aliyê Bûlgarîstan ve namzet hat nîşandan got, "Ez ê ji bo belavkirina dengê başiyê bixebitim." -
Saziyên Katolîk dest ji razemeniyên li enerjiya fosîlê berdidin
Hejmara saziyên dest ji enerjiya fosîlê berdidin, roj bi roj zêde dibin.