Li Şîlî, îtibara Bachelet û 80 leşkeran piştî 43 salan radestî wan hat kirin
Li Şîlî, îtibara Wezîrê Parastinê Alberto Bachelet û 80 mûxalîfên piştî darbeya leşkerî ya faşîst bi îşkenceyê hatin qetilkirin, piştî 43 salan radestî wan hat kirin.
Li Şîlî, îtibara Wezîrê Parastinê Alberto Bachelet û 80 mûxalîfên piştî darbeya leşkerî ya faşîst bi îşkenceyê hatin qetilkirin, piştî 43 salan radestî wan hat kirin.
Alberto Bachelet, ku beriya cûnta faşîst a 1973'an a Aûgûsto Pînochet weke Wezîrê Parastinê wezîfe dikir, piştî darbeyê li Dîwana Bilind bi sûcdariya 'xiyaneta li welêt' hatibû darizandin. Bachelet di Adara 1974'an de ji ber îşkenceya li girtîgehê lê hat kirin, jiyana xwe ji dest da. Ji hingî ve weke 'xayinê welêt' navê wî li qeydkirî bû.
Tevî Alberto Bachelet, bi sedan endamên artêşê yên li ber cûntayê rabûn, weke 'xayinê welêt' hatibûn cezakirin.
Têkoşîna ji bo radestkirina îtibara van mûxalîfên şoreşger û sosyalîst 43 salan dewam kir. Di doza li Dadgeha Bilind a Şîlî de biryara beraat Wezîrê berê yê sosyalîst Alberto Bachelet û 80 leşkeran hat dayîn. Hat piştrastkirin ku ew bêguneh in.
Di biryara Dadgeha Bilind de hat destnîşankirin, ku piştî darbeya leşkerî ya 1973'an, rêz ji peymanên navneteweyî, pîvanên şer û mafên girtiyan re nehatiye nîşandan. Bi vî awayî sûcdariya 'xiyaneta li welêt' a li Bachelet û leşkerên berê hatibû kirin, hat rakirin.
Alberto Bachelet bavê Mîchelle Bachelet e, ku di navbera salên 2006-2010'an de Seroka dewleta Şîlî bû û di sala 2014'an de careke din bû Serokdewlet. Doza li dijî 2 leşkerên teqawît ên bi qetilkirina Bachelet tên sûcdarkirin, hefteya bihurî qediya bû û cezayê girtina bi 4 salan li wan hatibû birîn.