ICAO dixwaze gazên ziyandar ên balafirên sivîl kêm bike

Rêxistina Hewakariya Sivîl a Navneteweyî (ICAO), di çarçoveya armancên kêmkirina germahiya global de, sînoran datîne ber belavkirina karbondîoksît (CO2) a ji balafiran ve tê.

Konseya nû ya ICAO li bajarê Montreal ê Kanadayê li hev civiya. Di danûstandinan de li hev hat kirin, ku ji bo 'sekinandina' belavkirina CO2, mekanîzmayeke nû were avakirin.

Di konseya ji 36 endaman de, ku 191 endamên ICAO temsîl dike, biryar hat dayîn, belavkirina gaza ziyandar a balafirên sivîl kêm bike. Mekanîzmaya nû ya ji bo vê armancê bê avakirin, wê di nava 3 salên pêş de bikeve meriyetê.

Detayên li ser mekanîzmaya bi navê 'CORSIA' ku wê gaza sera ya balafir li atmosferê belav dike, kêm bike, roja Înê di danûstandinan de eşkere bibin.