Li Elmanyayê der heqê 285 hezar biyaniyan de lêgerîn heye
Li gor daneyên Daîreya Krîmînal a Federal (BKA), li seranserî Elmanyayê der heqê 285 hezar biyaniyan ji ber biryara dersînorkirinê an jî sûcên din lêgerîn heye.
Li gor daneyên Daîreya Krîmînal a Federal (BKA), li seranserî Elmanyayê der heqê 285 hezar biyaniyan ji ber biryara dersînorkirinê an jî sûcên din lêgerîn heye.
Di sîstema INPOL’ê de ku ferdên li welat lêgerîna wan hatiye têne qeydkirin, ji 1’ê Îlona 2016’an ve hejmara biyaniyên ku der barê wan de lêgerîn heye 284 hezar û 158 kes in, hate destnîşankirin ku beşek ji van hatine dersînorkirin.
Lê, tê gotin ku tevahî ferdên ku biryara lêgerînê der heqê wan de hene li vê sîstema ÎNPOL’ê nehatine qeydkirin û dibe ku ev hejmar gelekî zêde be. Bi saya vê sîstemê tê hedefkirin ku biyaniyên li derveyî Elmanyayê ne û îhtîmal heye ku careke din vegerin welêt jî bêne girtin.
Tê zanîn ku ev zêdebûna cîdî ya hejmara biyaniyên ku lêgerîna wan heye, yekser têkîldarî koça 3 salan e. Li welat ku ji 1’ê Îlona 2015’an ve der heqê 120 hezar biyaniyî biryara lêgerînê heye, li gor sala bihurî ji serî 140 zêdebûn heye.
Sala 2015’an, 890 hezar penaber derbasî Elmanyayê bibûn. Hejmara serlêdanê ya sala bihurî 476 hezar bûn jî îsal di 8 mehên destpêkê de gihiştibû 577 hezarî.