Bîlançoya Bagera Matthew: Herî kêm 480 kes jiyana xwe ji dest dane
Her saeta ku diçe ziyanên ku bagera Matthew a ku li Karayiplerê destpê kirî û ber bi peravên DYA’yê ve çû zêde dibe. Li gorî bîlançoya herî dawî; 480 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her saeta ku diçe ziyanên ku bagera Matthew a ku li Karayiplerê destpê kirî û ber bi peravên DYA’yê ve çû zêde dibe. Li gorî bîlançoya herî dawî; 480 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Bagera Matthaw a kû pêk hatî, li gorî agahiyên agahiyên tîmên rizgarkirinê yên li Haîtîyê ji bo Reûtersê re gotin bi giştî 478 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya fermi a ji aliyê Ajansa Parstinê ya Sivîlan jî, heta niha 271 kesan jiyana xwe ji dest dane, 61 hezar kes ji cihên xwe koç kirine. Lê fikar hene ku jimar hê zêdetir bibin.
Hate diyarkirin ku Bagera Matthew a ku li Haîtiyê xistibû, li Komara Domînîkê bû sedem ku gelek jiyana xwe ji dest bide. Duh li welat hatibû gotin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Her çendî ku berê bagerê kete peravên DYA’yê li gelek eyaletan rewşa lezgîn hate îlankirin.