Artêşa Iraqê navçeya Zewye rizgar kir
Hat ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê navçeya Zewye ya dikeve rojavayê Remadî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Hat ragihandin ku hêzên artêşa Iraqê navçeya Zewye ya dikeve rojavayê Remadî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Îro hêzên leşkerî yên hevbeş ên Iraqê ku daxuyaniyek nivîskî weşandin, diyar kirin ku navçeya Zewye ya dikeve rojavayê Remadî ya bi ser parêzgeha Enbarê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmê derbeyên giran xwarine û gelek kel û pelên leşkerî tevî cebilxaneyê li pey xwe hiştine.
Têkildarî kuştî û birîndarên çeteyan ti agahî nehatin dayîn.