CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Peymana bazirganiyê ya YE-Kanada ya bi fikar, sibe tê îmzekirin
Piştî ku herêma Valon a Belçîkayê vetoya xwe ya li ser peyaman bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanadayê rakir, wê peyman sibe bê îmzekirin. -
IOM: Li ser rêkên koçê rêjeya mirinê ji sedî 20 zêde bûye
Li gor daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), îsal herî kêm 5 hezar û 200 kes ên ku neçar mane welatê xwe biterikînin di rêkên koçê de jiyana xwe ji dest dane. Li gor sala bihurî bi awayekî zêde rêjeya mirinan zêde bûye. -
NY: Li Mûsilê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi deh hezaran dîl hatine girtin
Di daxuyaniya NY a têkîldarî operasyona Mûsilê de hat gotin ku çeteyên DAÎŞ’ê hefteya bihurî herî kêm 232 sivîl qetil kirin, ji bo wek mertalê zindî bi kar bînin jî zêdetirî 8 hezar malbat dîl girtine. -
Mezintirîn santrala rojê ya Rojavayê Afrîkayê vebû
Li Senegalê berî çend rojan santraleke eneriya rojê hat vekirin û bi vê santralê re tê xwestin, elektrîka têra bi sed hezaran kesî bike, bê hilberîn. -
Pûtîn: Ji bo Rojhilata Navîn 'Planeke Marshall' divê
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn da xuyakirin, ku hilweşîna ji ber şer li Rojhilata Navîn rû daye, bi 'Planeke Marshall' a mîna dema piştî Duyemîn Şerê Cîhanê, dikare bê çareserkirin. -
Herêma Calaîsê dîsa tijî penaber dibe
Kampên li dora Calaîsê, ku penaberên dixwazin ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bibin bi salan e bi kar tînin, tevî ku hatin valakirin jî, dîsa tijî penaber dibin. -
Spîegel: 15'ê Tîrmehê xeyalên Neo Osmanî ji nû ve zindî kir
Di nivîsa bi sernavê "Xewna Împaratoriya Osmanî ya Erdogan" a Kovara Der Spîegel a Elman de, hat ragihandin, piştî 15'ê Tîrmehê 'xeyalên dagirkeriyê' yên Tayyîp Erdogan ji nû ve zindî bûne. -
Danûstandinên nûjenkirina hêzên hewayî yên Hîndîstanê balê dikişînin
Xebatên ji bo nûjenkirina hêzên hewayî yên Hîndîstanê, ku piştî Çîn û DYA artêşa herî mezin a cîhanê ye, balê dikişînin ser xwe. -
WEF: Ji bo wekheviya hatineya jin-mêr pêwîstî bi 170 salan heye
Li gorî rapora Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) a li bajarokê Cologny ê Swîsreyê li ser wekheviya hatineya jin û mêr hat amadekirin, eger şert û mercên heyî bidomin, wê piştî 170 salan hatineyên jin û mêr weke hev bibin. -
Şêx Ahmed: Ji bo qedandina şîdetê divê destek were dayîn
Nûnerê Taybet ê NY ê ji bo Yemenê Îsmaîl Qûld Şêx Ahmed diyar kir, ji bo çareseriya siyasî ya li Yemenê wan nexşerêyeke çareseriyê pêşkêşî nûnerên Kongreya Gel a Giştî ya Hûtî kirine. -
Rêjeya bêkaran a li Fransayê yekemcar kêm bû
Li Fransayê ku pirsgirêka bêkariyê ji sala 2008’an û vir ve nayê çareserkirin, di meha Îlonê de yekemcar di asteke cidî de rêjeya bêkariyê kêm bû. -
Li Slovakyayê dewriyeyên nîjadperest ên li dijî Romenan hatin qedexekirin
‘Dewriyeyên Antî-Romen’ ên li Slokvayayê li dijî Romenan ji aliyê nîjadperestan ve ji bo kontrolên li seferên trenê hatin avakirin, ji aliyê parlamentê ve hatin qedexekirin. -
Rakirina astengiyên li pêşiya enerjiya dikare bê nûkirin, wê rê li ber hilberîneke xurt veke
Li gorî rapora dawî ya Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA), eleqeya ji bo cureyên enerjiya dikare bê nûkirin, sal bi sal zêde dibe. Bi taybetî di santralên rojê û ba de gavên girîng tên avêtin. -
Daraz Serokê Parlamentoya Katalonyayê dişopîne
Giliyê Serokê Parlamentoya Herêmê yê li gel serexwebûna Katalonyayê li daraza Spanyayê hate kirin. -
Li dijî Akademiya Polîsan êrîş: 60 mirî, 120 birîndar
Li dijî Akademiya Polîsan a li bajarê Kûveyte yê girêdayî wîlayeta Belûcîstan a Pakîstanê êrîşekî întixarî hate lidarxistin. Di êrîşa ku xwedekarên polîs hatin hedefkirin de 60 kes mirin, 120 kes jî birîndar bûn. -
Di nava hefteyekê de 66 penaber li Derya Spî xeniqîn
Di nava hefteyekê de, ji penaberên hewl dan ji Lîbyayê xwe bigihînin Îtalyayê 11 hezar hatin rizgarkirin. Lê herî kêm 66 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Wezîrên Parastinê yên 13 welatan wê li Parîsê li ser DAIŞ'ê baxivin
Wezîrên Parastinê yên welatên rojavayî yên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatiye avakirin, wê îro li Parîsê li hev rûnên. -
Tê gotin sînyalên radyo ji fezayê hatine
Piştî ku di meha Tebaxê de li Rûsyayê hat îdîakirin 'sînyaleke xurt a radyo' ji fezayê hatiye, îdîayeke din a bi heman rengî ket rojevê. -
Şewba kolera gefê li Haîtî dixwe, lê NY xwe kerr dike
Ji nûnerên taybet Davîd Nabarro ku li ser navê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Haîtî dixebite, bal kişand ser şewba kolera ku piştî felaketa bahozê ya li vî welatî der bû û got, ji bo têkoşîna li dijî vê şewbê, alîkariya malî nayê kirin. -
Li Çînê karesata teqemeniya îllegal: Gelek mirî hene
Li bajarê Yûlîn ê girêdayî eyaleta Shaanxî ya Komara Gel a Çînê, ji ber teqîna di depoya teqemeniyekê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî sed kes jî birîndar bûn. -
Bi hezaran koçberên li Calaîs hatin berdan
Beşek mezin kampên koçberên ku di salên dawî de li ji devera bejahiya nêzî bajarê Calaîs ê Fransayê hatin û xwestin koçî Îngirltereyê bikin hatin valekirin. -
Artêşa Iraqê Tirkiye derewand: Di operasyonê de Tirkiye cih nagire
Artêşa Iraqê nûçeyên ku dibêjin yekîneyên artêşa Tirk tevlî nav Operasyona Mûsilê bûne derewand. -
Li Qatarê qirkirina karkeran
Li Qatarê, bi sedan karkerên ji bo çêkirina Stasyûmên Kûpa Cîhanê ya 2022'an mîna koleyan li înşaetan hatin xebitandin, jiyana xwe ji dest dan. Lê Qatar bi rengekî fermî tenê mirina karkerekî qebûl dike. -
DAIŞ êrîşê dibe ser Rutbayê
Ber destê sibehê çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser bajarê Rutbayê yê girêdayî Ambar ê Iraqê ye. Li bajêr ku şer berdewam dike, hêzên Iraqê daxwaza alîkariya lezgîn dikin. -
Time Werner ji şîrketa bi navê AT&T re hat firotin
Şîrketa medya Time Werner, ku xwediyê televîzyonên CNN International, HBO û studyoya fîlman Warner Bros e, ji şîrketa telekomunîkasyonê ya bi navê AT&T re hat firotin.