Mezintirîn santrala rojê ya Rojavayê Afrîkayê vebû
Li Senegalê berî çend rojan santraleke eneriya rojê hat vekirin û bi vê santralê re tê xwestin, elektrîka têra bi sed hezaran kesî bike, bê hilberîn.
Li Senegalê berî çend rojan santraleke eneriya rojê hat vekirin û bi vê santralê re tê xwestin, elektrîka têra bi sed hezaran kesî bike, bê hilberîn.
Li welatên Afrîkayê ku şerê navxweyî û xizaniya lê naqedin, hilberîna elektrîka dikare bê nûkirin a enerjiya rojê hê bêhtir balê dikişîne. Li Senegalê berî çend rojan santraleke eneriya rojê hat vekirin û bi vê santralê re tê xwestin, elektrîka têra bi sed hezaran kesî bike, bê hilberîn.
Ev santrala enerjiya rojê, ku li cihekî ji 40 hektarî yê li Bokhol ê li bakurê Şenegalê hate avakirin, mezintirîn santala vî karî ya li Rojavayê Afrîkayê ye. Navê Senergy 2 li vê santralê hat kirin û bi saya wê, wê bersiv ji pêdiviya 160 hezar kesî a bi elektrîkê were dayîn.
Santrala Senergy parçeyek ji plana hikûmeta Senegalê ye, ku dixwaze di sala 2017'an de ji sedî 20 ê pêdiviya bi enerjiya welêt, ji çavkaniyên dikarin nû bibin, peyda bike.
Li vê herêmê, pîleya germê digihêje 40'î û salane bi 2 hezar saetî tîna rojê li vê herêmê dike. Li santralê zêdeyî 75 hezar panelên enerjiya rojê hene.
Bi saya projeya Senergy 2 wê di dema pêş de 90 mîlyar Euro teserûfê li welêt bike û salane 23 hezar ton gaza karbondîoksîtê were astengkirin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber şerê navxweyî û ewlekariyê, her wiha ji ber nekirina razemeniya têrker, li Afrîkayê ji enerjiya zêde ya roj, ba û avê nikare sûd bê girtin.