Şêx Ahmed: Ji bo qedandina şîdetê divê destek were dayîn

Nûnerê Taybet ê NY ê ji bo Yemenê Îsmaîl Qûld Şêx Ahmed diyar kir, ji bo çareseriya siyasî ya li Yemenê wan nexşerêyeke çareseriyê pêşkêşî nûnerên Kongreya Gel a Giştî ya Hûtî kirine.

Şêx Ahmed her wiha ji bo sekinandina şerê li Yemenê, ji bo pêkhatina agirbesteke demdirêj ji hemû hêzên siyasî yên li Yemenê piştgirî xwest.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îsmaîl Qûld Şêx Ahmed da xuyakirin, ku wî serdana 3 rojan a li paytexta Yemen Sanayê qedandiye. Şêx Ahmed bi rêya buroya çapemeniyê ya navendî ya NY li Cenevreyê daxuyanî da û agahiyên berfireh li ser serdana xwe ya Sanayê da.

Şêx Ahmed da zanîn, di nava serdana 3 rojan de ew bi nûnerên Kongreya Gel a Giştî, Ensar Allah, milîtanên Yemenî û gelek dîplomatên biyanî re rûniştiye û nexşerêyeke li ser siberoja Yemenê pêşkêşî nûnerên Kongreya Gel a Giştî ya Hûtî kiriye. Şêx Ahmed anî ziman, rayedarên kongreyê wê di rojên pêş de li ser nexşerêyê bersivê bidin.

Di dewama daxuyaniya Şêx Ahmed de hat gotin, “Ji bo şer û şîdet biqede, ji bo agirbesteke demdirêj bê ragihandin lazim e hemû partiyên siyasî bi lezgînî li hev bicivin û destekê bidin afirandina çareseriya siyasî. Di hefte û mehên bihurî de careke din piştrast bû ku şer û şîdet bi ti awayî çareseriyê nafirîne.”

Nûnerê Taybet ê NY Şêx Ahmed bal kişand ser girîngiya çareseriya aştiyane û di dema serdana xwe de banga agirbestê li aliyan kiriye.

Ahmeh her wiha xwest, astengiyên li pêşiya gihandina alîkariyê ji bo hemû herêmên li Yemenê werin rakirin.

...