Li gor daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ku ji 19’ê Îlonê û vir ve bi awayekî fermî mîna ajansa koçê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) xebatên xwe didomîne, ji destpêka vê salê ve 5 hezar û 200 kes ên ku neçar mane welatê xwe biterikînin di rêkên koçê de jiyana xwe ji dest dane, li gor sala bihurî ji sedî 20 rêjeya mirinan zêde bûye. Ji van kesan 3 hezar û 930 kesan hewl dane ji welatên Afrîka an jî Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bibin, bal hat kişandin ku tenê di hefteya dawî de 280 kesan ku hewl dane bigihêjin Îtalyayê, di Behra Spî de jiyana xwe ji dest dane.
Li gor rapora IOM’ê ku dibêje giştî cîhanê her roj 13 koçber di rêkên koçê de jiyana xwe ji dest didin, tenê cenazeyên ji sedî 40’an tê dîtin.
Li gor heman daneyan, zêdetirî 500 koçberên ku hewl dane ji welatên Amerîkaya Latîn xwe bigihînin Amerîkaya Bakur jî jiyana xwe ji dest dane. Îsal, 87 koçberên ku xwestine ji Hondûrasê biçin Meksîkayê û ji wir jî derbasî Dewletên Yekbûyî ya Amerîka bibin jiyana xwe ji dest dane, hate gotin ku ji van 10 zarok in.