CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Serdozgeriya Îsraîlê wê lêpirsîna kirîna keştiyên binê avê bike
Serdozgeriyê da xuyakirin, ku têkildarî kirîna keştiyên binê avê yên ji Elmanyayê, lêpirsîn daye destpêkirin. -
Serhildêrên Sûdanî mora xwe datînin binê peymana pêşî li leşkerkirina zarokan digire
Gelek rêxistinên çekdar ên li dijî dîktator Omer el Beşîr têdikoşin, mora xwe datînin binê peymana Neteweyên Yekbûyî, ku pêşî leşkerkirina zarokan digire. -
Clînton zêdeyî 2 mîlyon deng ji Trûmp zêdetir girt
Li gorî daneyên dawî yên hilbijartina serokatiya DYA, ku di 8'ê Mijdarê de pêk hat, Clînton a ku têk çû 2 mîlyon deng ji hevrikê xwe Trûmp zêdetir girt. -
215 senator û parlamenterên Fransayê destek dan Fîllon
Beriya tûra duyemîn a pêşhilbijartina namzetê partiyên rastgir ji bo hilbijartinên Serokkomariya Fransayê, 215 senator û parlamenteran destek dan Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon. -
Xwecihiyên Brezîlyayê ji ber dagirkeriyê avêtin ser avahiya Kongreyê
Bi sedan xwecihiyên Brezîlyayê, ji ber ku cih û warên wan hatine dagirkirin, avêtin ser avahiya Kongreya Federal a li paytext Brasîlîayê. -
Li Elmanyayê zêdeyî 100 hezar jin dibin hedefa şîdetê
Li gorî daneyên dawî yên li Elmanyayê, salane 100 hezar jin dibin hedefa şîdeta hevserên xwe. Bi sedan ji van jinan jiyana xwe ji dest didin. -
Trûmp ji Peymana Avhewayê re 'vekirî' ye
Donald Trûmp, ku di kampanya xwe ya hilbijartinê de soza bicihneanîna Peymana Avhewayê da, ku welatê wî jî mora xwe danîbû binî, eşkere kir ku ew ji peymanê re 'vekirî' ye. -
Li Kolombiyayê, sibe peymana nû ya aştiyê tê îmzekirin
Peymana nû ya aştiyê, ku li Kolombiyayê di navbera gerîlayên FARC'ê û hikûmetê de tê amadekirin, sibe tê îmzekirin. -
Bi hezaran pîlotên li Elmanyayê dikevin grevê
Zêdeyî 5 hezar pîlotên şîrketa Lûfthansa ya Elmanyayê dikevin grevê. Ji ber grevê, gelek seferên balafiran ên îro hatin betalkirin. -
Bahoza Otto xisareke mezin li Amerîka Navîn kir
Ji ber Bahoza Otto, ku li peravên Amerîka Navîn da, li 3 welatan bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn. Herî kêm 3 kes mirin. -
Desteka ji bo YE piştî Brexîtê zêde bû
Piştî ku derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) bi referandûmê hat qebûlkirin, hat tespîtkirin ku gelên Ewropayê bi rengekî hê erênî li yekîtiyê dinêrin. -
Dîwarekî nû li ser sînorê Macarîstan-Sirbîstanê tê lêkirin
Li Macarîstanê, ku ji bo pêşî li hatine penaberan bê girtin par dîwarekî ji têlan ê 175 kîlometreyan li ser sînor danî, niha jî dîwarekî nû (dîwarê bi teknolojiyê) yê bi 10 kîlometreyan lê dike. -
Nîvê windayên li Kolombiyayê di navbera salên 1995-2006'an de rû da
Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê Navenda Bîra Dîrokî ya Neteweyî (CNMH) ve hatin weşandin, li Kolombiyayê di nava 45 salan de serê 8 saetan kesek winda bû. Ji piraniya van bûyerên windayan komên paramîlîter û dewlet berpirsyar tên dîtin. -
Xwecihiyên DYA’yê ji bo axa xwe bi polîsan re şer kirin: Bi sedan birîndar hene
Li DYA di xwepêşandanê de ku li dijî boriya petrolê ya dixwazin jîngehê xwecihiyan bi cîhbikin, bi hezaran kes birîndar bûn. -
Rastgiriya Fransayê namzeta/ê xwe diyar dike: Sarkozy ji pêşbirkê ket
Li Fransayê, hêzên rastgir ji bo namzeta/ê xwe yên serokkomariyê diyar bikin, pêşhilbijartin kirin. -
Merkel ji bo cara çaremîn bibe serokwezîr, bû namzet
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, ji bo cara çaremîn bibe serokwezîr bi awayekî fermî ragihand, ku ew namzet e. -
4 kes li Strasboûrgê hatin binçavkirin
Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, di operasyonekê de 4 kes hatin binçavkirin. -
Li Hîndîstanê tren qelibî: Zêdeyî 100 kes mirin
Li eyaleta Ûttar Pradesh a li bakurê Hîndîstanê, trenek qelibî. Di bûyerê de zêdeyî 100 kes mirin. -
Hilbijêrên rastgir ên li Fransayê wê namzeta/ê xwe yê serokkomariyê diyar bikin
Partiyên rastgir û mûxafazakar ên li Fransayê, ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên di meha Nîsanê de pêk werin, îro dest bi tûra destpêkê ya pêşhilbijartina namzeta/ê xwe dikin. -
Şîrketên enerjiyê yên dibin sedema mirina mirovan, hatin şermezarkirin
Jineke 81 salî ya li Spanyayê, ji ber qutbûna elektrîkê şewat li mala wê derket û jiyana xwe ji dest da. Gel nerazîbûn nîşanî vê da û li gelek bajaran xwepêşandanên protestoyî lidar xist. -
Kapsula Soyûzê tevî 3 astronotan gihîşt stasyona fezayê
Kapsula Soyûzê, ku astronotên Rûs, Amerîkî û Fransayî tê de bûn, bi rengekî serketî xwe gihand Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS). -
Li Yemenê agirbesta 48 saetan
Li yemen a ku di şerê navxweyî de nêzî 7 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, Koalîsyona Ereb a di pêşangitya Siûdî Erebîstan ku bûye sedemê qetilkirina bi hezaran kesan, agirbesta 48 saetan qebûl kir. -
Obama biryar da ku li Arktikê petrol neyê derxistin
Obamayê ku di meha Çileyê de erka xwe ji Trump re bihêle, biryar da ku li Arktikê betrolê dernexin. -
Têkîldarî Brexîtê wê Skoçya û Galler jî nerînên xwe bêjin
Li dijî planên hikûmeta Brîtanya ku hewl dide refarandûma derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) bixe meriyetê, her roj astengek din derdikeve. -
Li Portûgalê kedkarên gelemperî ji bo mafên xwe di çalakiyê de bûn
Li Portûgalê bi deh hezaran memûr û karker ên ku salên 2011-2015’an ji ber polîtîkayên aboriyê ji 5’an yek mûçeyên wan hat xespkirin, daketin kolanan.