215 senator û parlamenterên Fransayê destek dan Fîllon

Beriya tûra duyemîn a pêşhilbijartina namzetê partiyên rastgir ji bo hilbijartinên Serokkomariya Fransayê, 215 senator û parlamenteran destek dan Serokwezîrê berê Françoîs Fîllon.

Di tûra yekemîn a pêşhilbijartina namzetên partiyên rastgir de, namzetê hevpar ê gelek partiyên rastgir, navendî û lîberal Françoîs Fîllon bi rêjeya ji sedî 44.1'ê bû yekemîn. Şaredarê Boderaûxê Alaîn Jûppê jî bi rêjeya ji sedî 28.6'an a dengan bû duyemîn.

Beriya tûra duyemîn a pêşhilbijartinê, her du namzet bi daxuyaniyên xwe yên tund derdikevin pêş. 215 senator û parlamenterên Partiya Komarger û partiyên din ên rastgir û navendî, piştgirî dan Fîllon.

Metna piştgiriyê di rojnameya Le Fîgaro de hat weşandin û pênasekirina polîtîkayên Fîllon bi awayê 'ûltra lîberal', 'brutal' an jî 'paşverû' hate rexnekirin. Di metnê de bal hat kişandin ser 'daxwaza guhertinê' ya li Fransayê û hat îdîakirin ku hevrikê Fîllon, Alaîn Jûppê nikare polîtîkayên gel li bendê ye, bi cih bîne.

Alaîn Jûppê jî Françoîs Fîllon renxe kir û anî ziman, bi taybetî hêzên tund ên rastgiriyê piştgiriyê didin hevrikê wî.

Fîllon duh tevlî bernameyeke radyoyê bûbû û tevî rexnekirina komên Îslamî yên alîgirê şîdetê, gotinên wî yên li ser Yahûdiyan jî rê li ber nerazîbûnan vekiribûn. Fîllon da xuyakirin, ku Fransa li dijî Yahûdiyê naxwazin entegreyî welêt bibin, têkoşiya ye.

Gelek saziyên Yahûdiyan daxuyanî dan û gotinên Fîllon rexne kirin.