Bahoza Otto xisareke mezin li Amerîka Navîn kir
Ji ber Bahoza Otto, ku li peravên Amerîka Navîn da, li 3 welatan bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn. Herî kêm 3 kes mirin.
Ji ber Bahoza Otto, ku li peravên Amerîka Navîn da, li 3 welatan bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn. Herî kêm 3 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Bahozan a Amerîkayê (JNC) ku li Mîamî ye, Bahoza Otto ku leza wê saetê 120 kîlometre ye, gefê li gelek welatan dixwe.
Ji ber vê bahozê, li Panamayê 3 kes mirin. Tê gotin, ji ber şemitîna axê û wergeriya daran a ji ber barana zêde, ev her sê kes mirin e. Li gorî agahiyan, bahozê xisareke mezin a madî li herêmên li peravê kiriye.
Ji ber bahoza dijwar, bajarên li peravên Nîkaragûa û Kosta Rîka tên valakirin. Bi nêzbûna bahozê re 4 hezar kes ji herêmên li peravên Karabîkê hatine derxistin.