Xwecihiyên DYA’yê ji bo axa xwe bi polîsan re şer kirin: Bi sedan birîndar hene

Li DYA di xwepêşandanê de ku li dijî boriya petrolê ya dixwazin jîngehê xwecihiyan bi cîhbikin, bi hezaran kes birîndar bûn.

Li Bakurê Eyaleta Dakotayê li dijî xeta boriya petrolê ya ku li Lînoîsê heta hezar 900 kîlometre dirêj tê plankirin ku bi cih bikin, welatiyên xwecihî yên bi navê Sîoûx çalakî pêk anîn, di çalakiyê de gelek kes birîndarûn.

Li gorî agahiyên rojnameya bi navê Bîsmarck Trîbûne di şer de li gel polîsan herî kêm 167 kes bîrîndar bûne. Hat diyarkirin ku çalakvan li dijî êrîşa polîsan a bi ava şid û guleyên pilastîk bi kevir û daran xwe parastin.

Pirojeya xeta boriya petrolê ya ku wê li herêmên jîngehan Qebîleya Sîoûx a li Rojavayê Gola Oahe ya Bakurê Dakota yê ji aliyê Transfer Partners ve tê birêvebirin. Qebîleya Sîoûx, xeta petrolê ya ku wê li çemê Mîssoûî re derbas bibe bi sedema ku wê ziyanê bidin cihên pîroz û ava vexwarinê jehrî bike doz vekiribû û daxwaz kiribûn ku bi demekê proje bê rawestandin.

Qebîleya Sîoûx, ev demekî pir dirêje li dijî xeta boriya petrolê ya li herêmê re derbas bibe têkoşînê di meşîne.