Li Portûgalê kedkarên gelemperî ji bo mafên xwe di çalakiyê de bûn
Li Portûgalê bi deh hezaran memûr û karker ên ku salên 2011-2015’an ji ber polîtîkayên aboriyê ji 5’an yek mûçeyên wan hat xespkirin, daketin kolanan.
Li Portûgalê bi deh hezaran memûr û karker ên ku salên 2011-2015’an ji ber polîtîkayên aboriyê ji 5’an yek mûçeyên wan hat xespkirin, daketin kolanan.
Memûr tevlî pêşendanên li paytext Lîzbonê bûn, xwestin ku mafên wan ên sala 2011’an ji hêla Serokwezîrê rastgir Pedro Coelho hatî xespkirin ji hêla hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) bê dayîn. Karkerên dibistan, rêveberiyên xwecih, nexweşxane û agirkuj jî tevlî çalakiyan bûn.
Memûran xwestin ku 35 saet dema xebatê ji bo tevahî saziyên gelemperî bên bikaranîn, di mûçeyên xwe de daxwaza zêdekirinê kirin.
Li ser navê gelek sendîkayên gelemperî yên li welêt Ana Avoila axivî, bi bîr xist ku ji ber polîtîkayên aboriyê yên 2011-2015’an ji sedî 17.5 mûçeyên memûran nehatiye dayîn. Avoila xwest ku hikûmeta PS van mafan îade bike, destnîşan kir ku ev wê bibe ‘îadekirina mafên ku hatî dizîn’.
Salên 2011-2015’an dema desthilatdariya PSD’ê mûçeyên memûran hatibû rawestandin, sala 2014’an jî di mûçeyên zêdetirî 1500 Eûroyî de ji sedî 3.5 û 10 qutbûnek kiribûn.
Dema hikûmeta Antonio Costa yê sala 2015’an hilbijartin bi ser xist, asta van mûçeyan hat bilindkirin, sendîka dixwazin herî kêm ji sedî 4 mûçe bên zêdekirin. Her wiha sendîka daxwaz dikin ku ji bilî memûran, dema xebata heftane ya tevahî personelan bibe 35 saet.