Dîwarekî nû li ser sînorê Macarîstan-Sirbîstanê tê lêkirin

Li Macarîstanê, ku ji bo pêşî li hatine penaberan bê girtin par dîwarekî ji têlan ê 175 kîlometreyan li ser sînor danî, niha jî dîwarekî nû (dîwarê bi teknolojiyê) yê bi 10 kîlometreyan lê dike.

Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Macarîstanê M1, lêkirina dîwarê ji 10,3 kîlometreyan dest pê kiriye. Li ser vî dîwarî kamerayên bi tînê dihese û bi şev dibîne, tê bi cihkirin. Bi vî dîwarî re hewl tê dayîn pêşî li hatina penaberan ji Sirbîstanê were girtin.

Di nûçeyê de hat ragihandin, qonaxa destpêkê ya dîwêr bi 10,3 kîlometreyan dirêj û bi  3 metreyan jî bilind e. Hat gotin, ev dîwarê nû ji bo 'xurtkirina' dîwarê ji têlan ê bi 175 kîlometreyan hatiye çêkirin. Di nûçeya M1 de hat destnîşankirin, ku bi rêya vî dîwarê nû tê xwestin, hejmara leşker û polîsên li ser sînor wezîfedar in, bê kêmkirin.

Serokwezîr Vîktor Orban ku bi polîtîkayên xwe yên dij bi penaberan tê naskirin, beriya niha bi daxuyaniyekê gotibû, eger peymana bi Tirkiyeyê re ya li ser penaberan bi ser nekeve, ew ê giraniyê bidin ser tedbîrên xwe yên li ser sînor.

Par, ji penaberên ji Tirkiyeyê di ser welatên Balkan re berê xwe dan Yekîtiya Ewropayê, 400 hezar ji Macarîstanê derbas bûbûn. Ji bo pêşî li pêla penaberan were girtin, di Îlona 2015'an de ewilî li ser sînorê Sirbîstanê, piştre jî li ser sînorê Xirvatîstanê têl hatibû danın.