Desteka ji bo YE piştî Brexîtê zêde bû

Piştî ku derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) bi referandûmê hat qebûlkirin, hat tespîtkirin ku gelên Ewropayê bi rengekî hê erênî li yekîtiyê dinêrin.

Li gorî lêkolîna bi navê 'Eupînîons' ku ji aliyê Enstîtuya Bertelsmann a Elman ve hat kirin, piştî referandûma Brexîtê ya 23'ê Hezîranê, desteka ji bo Yekîtiya Ewropoayê (YE) hem li Brîtanyayê, hem jî li Ewropayê zêde bûye.

Li gorî lêkolînê, li gelemperiya Ewropayê desteka ji bo Yekîtiya Ewropayê di meha Adarê de ji sedî 57 bû. Ev destek di meha Tebaxê de bû ji sedî 62.

Di lêkolîna beriya Adara 2016'an de, ji sedî 49 ê gelê Brîtanyayê bi erênî li Yekîtiya Ewropayê dinêrî. Ev rêje di meha Tebaxê bû ji sedî 56'an.

Li Elmanyayê, ku mezintirîn welatê Yekîtiya Ewropayê ye, ev destek bi 8 pûanan zêde bû û gihîşt ji sedî 69'an. Li Polonyayê bi 9 pûanan zêde bû û gihîşt ji rêjeya ji sedî 77'an. Bi tenê li Spanyayê, desteka ji bo Yekîtiya Ewropayê ji sedî 71'ê daket ji sedî 69'an.

DESTEKA HERÎ KÊM LI ÎTALYA Û FRANSAYÊ YE

Welatên ku herî kêm destekê didin yekîtiyê, bi rêjeya ji sedî 51'ê Îtalya û ji sedî 53 jî Fransa ne.

Rêjeya kesên biryara Brîtanyayê ya veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê neyînî dibîne ji sedî 54 e. Rêjeya mirovên vê biryarê erênî dibîn tenê ji sedî 21 e. Lê belê yek ji çar parên Ewropiyan di vê mijarê de nêrîna xwe nabêjin.

Serokê Weqfa Bertelsmannê Aart de Geûs encamên lêkolînê nirxand û destnîşan kir, ku referandûma Brexîtê, 'hinceta herî baş e ji bo parastina Yekîtiya Ewropayê'. De Geûs îdîa kir, gelê Brîtanyayê 'girîngiya Yekîtiya Ewropayê' piştî referandûmê fêhm kiriye.