Serdozgeriya Îsraîlê wê lêpirsîna kirîna keştiyên binê avê bike

Serdozgeriyê da xuyakirin, ku têkildarî kirîna keştiyên binê avê yên ji Elmanyayê, lêpirsîn daye destpêkirin.

Lêpirsîn ji aliyê Serdozger Avîşaî Mandelblît ve hat destpêkirin. Di lêpirsînê de wê kirîna keştiyên binê avê were lêkolînkirin, ku tevî îtirazên Wezîrê Parastinê yê berê Moshe Yaalon , Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ev kirîn erê kir.

Şîrketa ThyssenKrûpp a Elman beriya niha 5 keştiyên binê avê teslîm kiribû û dihat xwestin, ku yeka din di nava vê salê de bê dayîn. Lê belê tevî 6 keştiyên binê avê, hat xwestin ku 3 hebên din werin kirîn. Li ser vê yekê wezîrê berê Yaalon û partiyên mûxalefetê îtiraz kiribûn.

Serdozgeriyê daxwaza mûxalefetê dît û lêpirsîn da destpêkrin. Di vê lêpirsînê de tê payîn ku peymana bi şîrketa Elman re hatiye kirin, bi berfirehî were lêkolînkirin. Gelek pisporên leşkerî yên li ber peymanê radibin, dibêjin ku kirîna bi 1,5 mîlyar Euroyan gelekî zêde ye.

Serokwezîr Benyamîn Netanyahû li dijî îdîayên tên kirin çend roj berê daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku ev keştiyên binê avê yên hatine kirîn, ji bo parastina welêt gelekî girîng e.

Keştiya binê avê ya bi navê Dolphîn-Klasse ya li ser daxwaza Îsraîlê hat  amadekirin û ji Elmanyayê hat kirîn, dikare çekên atomê jî lê bên bicihkirin. Firotina van keştiyên binê avê li Elmanyayê jî rê li ber gelek rexneyan vekiribû.