Têkîldarî Brexîtê wê Skoçya û Galler jî nerînên xwe bêjin

Li dijî planên hikûmeta Brîtanya ku hewl dide refarandûma derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) bixe meriyetê, her roj astengek din derdikeve.

Dadgeha Bilind a Londonê ku hefteyên bihurî ji bo derketina ji YE xwest ku li Parlamentoya Brîtanyayê dengdan çêbibe, duh jî biryarek girt û pêşî li hikûmetên Galler û Skoçyayê vekir ku tevlî doza temyîzê ya ku wê meha Kanûnê bê dîtin bibin.

Di biryarê de hikum hat dayîn ku meha Kanûnê wê ji bo doza li Dadgeha Bilind a Brîtanyayê têkîldarî derketina ji YE nerîn bê dayîn. Her wiha, tê payin ku sendîkayeke ku derveyî Brîtanyayê nûnertiya xebatkaran dike jî têkîldarî mijarê nerînên xwe bide.

Di referandûmê de ku 23’yê Hezîranê li Brîtanyayê hatibû lidarxistin, bi sedî 52 dengan biryara derketina ji YE hatibû girtin. Ji 4 welatên ku Brîtanyaya Mezin pêk tînin, Îngilîstan û Gallerê ji bo derketina ji YE dengê erê zêde bûn, li paytext London û Îrlanda Bakur û Skoçyayê jî dengê ‘na’ giraniya xwe didan hîskirin.

Bi taybet jî piştî vê referandûmê li Skoçyayê vebijêrka serxwebûnê ketibû rojevê.

Serokwezîrê Brîtanya Theresa May jî duh daxuyanî dabû û dubare kir ku bi biryar in wê serlêdana derketina ji YE meha Adarê bikin.