CÎHAN
Hemû Nûçe
-
KENY: DAIŞ li Mûsilê sivîlan bi kar tîne û derbasî Sûriyeyê dibe
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) da xuyakirin, ku DAIŞ di operasyona Mûsilê de sivîlan weke mertal bi kar tîne û bang li hêzên di nava operasyonê de cih digirin kir, ku sivîlan biparêzin. -
Fransayê çar mizgeftên çeteyan girt
Hat ragihandin ku li Fransayê çar mizgeftên ku di bin navê ‘Komeleya çandî’ de xebat dikirin û di xizmeta çeteyên Îslamîst de bûn hatin girtin. -
Fransa nêzî 60 mîlyon welatiyê xwe fîş dike
Li gor qanûna ku hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) ya li Fransayê xist meriyetê, wê tevahî nasname, pasaport, şopên rû û tiliyên zêdetirî 60 mîlyon welatiyên Fransayê bên tomarkirin. -
Li Brezîlyayê şikeft hilweşiya: 10 mirî
Li Brezîlyayê bi dehan kes bi wesileya Roja Ezîzan li şikefteke ku pîroz tê hesibandin kom bibûn. Ji ber şikeft hilweşiya gelek kesan jiyana xwe jidest dan. -
Li Venezûelayê mûxalefeta rastgir dest ji pêvajoya li dijî Madûro berda
Li Venezûelayê ku krîza aboriyê lê heye, hewldanên mûxalefeta rastgir ên ji bo girtina ji wezîfeyê ya Serokkomar Nîcolas Madûro tên kirin, hatin sekinandin. -
Civîna Bilind a Cîhanê ya Xelatên Aştiyê yên Nobelê wê li Kolombiyayê bê lidarxistin
Kolombiya, ku peymana aştiyê ya ji bo qedandina şerê 52 salan di referandûmê de red kir, wê ji 16. Civîna Bilind a Cîhanê ya Xelatên Aştiyê yên Nobelê re malovaniyê bike. -
Cotkarên li Nîjerê bi hev ketin: Herî kêm 18 kes mirin
Li welatê rojavayê Afrîkayê Nîjerê, cotkar û mirovên sewalan xwedî dikin bi hev ketin. Hat ragihandin, di bûyerê de bi dehan kes mirin e. -
Haşdî Şabî: Erdogan ji bo mirina leşkera bincil bike êrîşê tîne ser me
Berdevkê Haşdî Şabî yê Hêzên Başûrê Kerkûkê Hacî Îmad Alî, ‘’Erdogan di siyaseta navxweyî de ji bo ku her roj têk diçe, ji bo mirina leşkerên xwe bincil bike êrîşê tîne ser Iraqê. Ê ku mezheban qetil bike Erdogan e’’ -
Kanada wê di sala 2017'an de 300 hezar koçberî qebûl bike
Wezîrê Koçberiyê yê Kanadayê John McCallûm da xuyakirin, ku heta dawiya sala 2017'an ew dixwazin bi qasî 300 hezar penaberî qebûl bikin. -
Mirina ji ber Tuberkuloz: Gelek herêm ji derfetên dermankirinê bêpar in
Di 47. Konferansa li ser Nexweşiyên Cihê Bêhnstandinê ya Navneteweyî de, ku li bajarê Lîverpool ê Îngilîstanê di navbera 26-29'ê Cotmehê hate lidarxisitn, mijara têkoşîna li dijî nexweşiya tuberkulozê derket pêş. -
Konferansa Avhewayê ya NY COP22 di 7'ê Mijdarê de dest pê dike
Piştî konferansa avhewayê ya COP21 ku par li Parîsê hate lidarxistin û peymana li ser avhewayê hat îmzekirin, niha jî li Fasê COP22 tê lidarxistin. -
Artêşa Iraqê: Kete taxên li derveyî Mûsil
Hate raginadin yekîneyên leşkerî yên ku ji 17’ê Cotmehê ve di operasyoan rizgarkirina Mûsilê de ne, ketine taxên derveyî bajêr Taxa Karamayê. -
Çeteyên AKP’ê El Nusra û çeteyên din bi kêmanî 84 sivîl kuştin
Hate ragihandin, El Nusra û komên din ên çete ku hikûmeta AKP’ê û Erdogan ji bo ku wan ji Helebê bi saxî derxîne bazaran dîplomatîk dike, bi dehan sivîl qetil kirin. -
YE û Kanadayê peymana li se bazirganiya serbest mohr kirin
Peymana bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanadayê, ku ji ber lihevnekirina li Belçîkayê sê rojan taloq bû, bi rengekî fermê hate îmzekirin. -
Peymana bazirganiyê ya navbera YE û Rojavayê Afrîkayê gefê li şîrê Afrîkayê dixwe
Komîsyona Ewropayê peymana bazirganiya serbest li ser Rojavayê Afrîkayê ferz dike. -
Li Îtalyayê erdheja bi dijwariya 7.1
Li Îtalyayê, li dû hev erd diheje. Erdê ku bi dijwariya 7.1'ê hejiya, li paytext Romaye jî mirov pê hesiyan. -
Li Spanyayê hikûmeta hindikayî ya Rajoy hat erêkirin
Li Spanyayê, rewşa ne diyar a ji ber avanebûna hikûmeta nû di nava 10 mehan de dewam kir, piştî ku Partiya Karker a Sosyalîst (PSOE) tawîz da Serokwezîrê rastgir Marîano Rajoy, qediya û hikûmeta hindikayî hat erêkirin. -
Li gorî dengên hatine dayîn Clînton bi 15 pûanan li pêş Trûmp e
Ji bo hilbijartinên serokatiyê yên DYA, demeke kurt ma. Li gorî anketên di hefteyên dawî de hat kirin, Hîllary Clînton li pêş e. -
Li Bexdayê di teqînan de herî kêm 7 kes mirin
Li Bexdayê, di encama teqînan de li gorî agahiyên destpêkê 7 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. -
Li Antarktîkayê mezintirîn rezerva xwezayî ya cîhanê tê avakirin
Li Antarktîkayê, ku bi salan e gelek dewlet îdîa dikin ku mafên wan ên serweriyê li ser heye, li hev hat kirin ku mezintirîn rezerva deryayê ya cîhanê bê avakirin. -
WFP: Li Yemenê 1,5 mîlyon zarok birçî ne
Li Yemenê ku şerê navxweyî sal û nîveke dewam dike, bi mîlyonan zarok birçî ne û bi sed hezaran jî eger neyên dermankirin, dibe ku xeteriya mirinê li ser wan hebe. -
Peymana bazirganiyê ya YE-Kanada ya bi fikar, sibe tê îmzekirin
Piştî ku herêma Valon a Belçîkayê vetoya xwe ya li ser peyaman bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanadayê rakir, wê peyman sibe bê îmzekirin. -
IOM: Li ser rêkên koçê rêjeya mirinê ji sedî 20 zêde bûye
Li gor daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), îsal herî kêm 5 hezar û 200 kes ên ku neçar mane welatê xwe biterikînin di rêkên koçê de jiyana xwe ji dest dane. Li gor sala bihurî bi awayekî zêde rêjeya mirinan zêde bûye. -
NY: Li Mûsilê bi sedan sivîl hatin qetilkirin, bi deh hezaran dîl hatine girtin
Di daxuyaniya NY a têkîldarî operasyona Mûsilê de hat gotin ku çeteyên DAÎŞ’ê hefteya bihurî herî kêm 232 sivîl qetil kirin, ji bo wek mertalê zindî bi kar bînin jî zêdetirî 8 hezar malbat dîl girtine. -
Mezintirîn santrala rojê ya Rojavayê Afrîkayê vebû
Li Senegalê berî çend rojan santraleke eneriya rojê hat vekirin û bi vê santralê re tê xwestin, elektrîka têra bi sed hezaran kesî bike, bê hilberîn.