Konferansa Avhewayê ya NY COP22 di 7'ê Mijdarê de dest pê dike
Piştî konferansa avhewayê ya COP21 ku par li Parîsê hate lidarxistin û peymana li ser avhewayê hat îmzekirin, niha jî li Fasê COP22 tê lidarxistin.
Piştî konferansa avhewayê ya COP21 ku par li Parîsê hate lidarxistin û peymana li ser avhewayê hat îmzekirin, niha jî li Fasê COP22 tê lidarxistin.
Konferans ji aliyê Peymana Çarçoveyê ya Guhertina Avhewayî ya Neteweyên Yekbûyî (UNFCCC) ve tê organîzekirin û hemû welatên endam tevlî dibin. COP22 wê di navbera 7-18'ê Mijdarê de li bajarê Marakeş ê Fasê were lidarxistin.
Di vê konferansê de wê xalên bingehîn ên karên li ser avhewayê ku di Peymana Parîsê de hatin destnîşankirin, zelal bibin. Her wiha wê mijarên zelalî, ahengî, transfera teknolojiyê û zêdekirina kapasîteya wê, bên nirxandin.
Li ser navê hikûmeta Fasê Selahaddîn Mezûar wê serokatiyê ji COP22 re bike. Mezûar da xuyakirin, ku konferansa îsal ji bo welatên xizan û yên herî zêde dikevin bin bandora guhertina avhewayê, gelekî girîng e. Mezûar diyar kir, bi taybetî welatên giravan ên li Okyanûsê û welatên Afrîka dikarin baştir dengê xwe bidin bihîstin.
Serokê Komîteya Zanistiyê ya COP22 Nîzar Baraka da xuyakirin, ku di konferansa îsal de wê welatên endamê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo zerarê nedin atmosferê teşwîqî aboriya kes bên kirin.