Partiya Gel (PP) a bi serokatiya Marîano Rajoh, ku ji sala 2011'an û vir ve li ser wezîfeyê ye, di hilbijartinên dawî de nekarî piraniya 350 kursiyê li parlamentê bi dest bixe û hikûmeta koalîsyonê jî ava nebûbû. Li parlamentê, di dengdana duh de hejmara parlamenterên ji bo avakirina hikûmeta hindikayî ya Rajoy dengê 'erê' bi kar anîn, 170 bû. 111 parlamenteran jî dengê 'na' bi kar anîn.
Piraniya wan endamên PSOE, 68 parlamenter jî tevlî dengdanê nebûn.
Bi vî rengî partiya herî girîng a li eniya çep Podemos û PSOE ya xwe nêzî koalîsyonê nedikir, rê li ber desthilatdariya Rajoy vekirin, ku Rajoy weke afirînerê polîtîkaya zorê dide bi mîlyonan kedkar û mirovên xizan, tê naskirin.