Li Bexdayê di teqînan de herî kêm 7 kes mirin

Li Bexdayê, di encama teqînan de li gorî agahiyên destpêkê 7 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Iraq Bexdayê, di encama teqînan de li gorî agahiyên destpêkê 7 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.

Komîserê Emniyetê yê Iraqê Nasir el-Hanûn da xuyakirin, li herêma Ed-Devra, semta El Mahmûdiye û taxa Îskan ên li başûrê Bexdayê, ji ber teqîna bombeyên li kêleka rê hatibûn bicihkirin, 5 kes mirin e, 16 kes jî birîndar bûne.

Hanûn diyar kir, li semta Et-Tacî jî, dema dewriyeyeke Heşdî Şabî digeriya, bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de 2 milîs mirin, 4 jî birîndar bûn.