Li Antarktîkayê mezintirîn rezerva xwezayî ya cîhanê tê avakirin

Li Antarktîkayê, ku bi salan e gelek dewlet îdîa dikin ku mafên wan ên serweriyê li ser heye, li hev hat kirin ku mezintirîn rezerva deryayê ya cîhanê bê avakirin.

24 welatên endamê Komîsyona Parastina Faûan û Flora Deryayê ya Antarktîka û Yekîtiya Ewropayê biryar dan, ku li Derya Rossê ya navbera Okyanûsê û Başûrê Amerîkayê cih digire, qadek ji 1,5 mîlyon kîlometreçargoşeyî bikin herêma ewle. Bi vî rengî wê herema herî mezin a rezervê ya cîhanê, ya tê parastin were avakirin.

Derya Rossê li rojavayê Antarktîka ya li Okyanûsa Pasîfîk e. Derya Rossê di sala 1841'ê de ji aliyê kaşîfê Brîtanyayî James Clark Ross ve hat kişfkirin. Ev der li cîhanê, yek ji kêm cihên ku mirovan zerar lê nekirine.

Li Derya Rossê gelek celeb û cureyên biyo yên dewlemend hene. Ragihandina vê derê weke qada rezervê, weke 'serketineke mezin' tê binavkirin. Di danûstandinên li ser ragihandina qada rezervê de Rûsya û Çînê bi salan îtiraz dikirin.