WFP: Li Yemenê 1,5 mîlyon zarok birçî ne

Li Yemenê ku şerê navxweyî sal û nîveke dewam dike, bi mîlyonan zarok birçî ne û bi sed hezaran jî eger neyên dermankirin, dibe ku xeteriya mirinê li ser wan hebe.

Fonê Alîkariya ji bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) konferanseke çapemeniyê lidar xistin û diyar kirin, nîvê nifûsa 26 mîlyon a Yemenê di nava pirsgirêka birçîbûnê de dijîn.

Di konferansê de bal hat kişandin ser rewşa zarokên nikarin bi têrkerî xwe xwedî bikin û hat ragihandin, hejmara zarokên birçî 1,5 mîlyon e. Hat destnîşankirin, ku 370 hezar ji van zarokan di nava şert û mercên gelekî giran de dijîn û divê bi lezgînî werin dermankirin.

Rayedara WFP'ê Bettîna Luscher li konferansê axivî û anî ziman, li Yemenê yek ji du zarokan nikarin bi têrkerî bixwe û xwe xwedî bike.

Rêvebera WFP'ê diyar kir, ji bo ew karibin heta Adara sala pêş alîkariya xurekê ya ji bo Yemenê bidomînin, pêwîstî bi fonek herî kêm ji 257 mîlyon dolarî heye. Ji bo vê jî xwest, welatên endam derhal bikevin nava tevgerê.