Cotkarên li Nîjerê bi hev ketin: Herî kêm 18 kes mirin
Li welatê rojavayê Afrîkayê Nîjerê, cotkar û mirovên sewalan xwedî dikin bi hev ketin. Hat ragihandin, di bûyerê de bi dehan kes mirin e.
Li welatê rojavayê Afrîkayê Nîjerê, cotkar û mirovên sewalan xwedî dikin bi hev ketin. Hat ragihandin, di bûyerê de bi dehan kes mirin e.
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Wezareta Karên Hundir a Nîjerê, bûyer li bajarokê Bangûî yê li herêma Tahoûa ya li rojavayê welêt qewimî.
Wezaretê diyar kir, hin mirovên sewalan xwedî dikin û cotkarên çandiniya garisan dikin, bi hev ketin. Li gorî daxuyaniyê, di bûyerê de bivir û kêr jî hatine bikaranîn û herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, 43 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat gotin, piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in. Gelek xanî jî hatin şewitandin.
Wezaretê diyar kir, piştî destwerdana hêzên ewlekariyê, bûyer qediya ye.
Li Nîjerê, ji ber ku dema palehiya garisan û çêrandina dewaran bi keriyên mezin li heman demê rast tên, di navbera cotkar û xwediyên heywanan de şer derdikeve. Li herêma Tahoûayê, di sala 2014'an de jî bûyereke bi heman rengî rû da bû û 10 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.