YE û Kanadayê peymana li se bazirganiya serbest mohr kirin

Peymana bazirganiya serbest a navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Kanadayê, ku ji ber lihevnekirina li Belçîkayê sê rojan taloq bû, bi rengekî fermê hate îmzekirin.

Peymana ku ji sedî 99 ê mafên gumrukê yên navbera Yekîtiya Ewropa û Kanadayê ji holê radike, piştî ku ji aliyê Parlamenta Ewropa û Parlamenta Kanadayê ve hate îmzekirin, wê di mehên pêş de bi rengekî demî û qismî bikeve meriyetê. 

Peymana bi navê CETA wê di destpêka sala 2017'an de pêşkêşî Parlamenta Ewropayê were kirin.

Ji bo ev peyman mayînde bibe, lazim e di destpêkê de ji aliyê parlamentên neteweyî û piştre ji aliyê Parlamenta Ewropaê ve were îmzkirin. 

Bi gotineke din, divê herî kêm 38 meclîsên neteweyî yan jî herêmî vê peymanê erê bikin. 

Ev jî tê wateya pêvajoyek ji salan û peymanê di nava rewşeke nediyar de dihêle.