Kanada wê di sala 2017'an de 300 hezar koçberî qebûl bike

Wezîrê Koçberiyê yê Kanadayê John McCallûm da xuyakirin, ku heta dawiya sala 2017'an ew dixwazin bi qasî 300 hezar penaberî qebûl bikin.

Wezîrê Koçberiyê yê Kanadayê John McCallûm da xuyakirin, ku heta dawiya sala 2017'an ew dixwazin bi qasî 300 hezar penaberî qebûl bikin.

McCallûm da xuyakirin, ku j bo mezinbûna welatê wan ji aliye aborî û demografîk ve, koç pêwîstiyeke û anî ziman, ku ji 300 hezar koçberên di sala 2017'an de bên qebûlkirin, wê tenê 40 hezar ji wan penaber bin.

Ji 172 hezar 500 penaberên di sala 2017'an de werin qebûlkirin, wê destûra kar were dayîn.

Li gorî daneyên Wezareta Koçberiyê ya Kanadayê, di nava koçberên ji 4'ê Mijdara 2015'an û vir ve hatine vî welatî, 33 hezar penaberên Sûriyeyî hene. Ji van 22 hezar kesî, ji bo mayîna li vî welatî serî li statuya karkerên koçber dan.