Artêşa Iraqê: Kete taxên li derveyî Mûsil
Hate raginadin yekîneyên leşkerî yên ku ji 17’ê Cotmehê ve di operasyoan rizgarkirina Mûsilê de ne, ketine taxên derveyî bajêr Taxa Karamayê.
Hate raginadin yekîneyên leşkerî yên ku ji 17’ê Cotmehê ve di operasyoan rizgarkirina Mûsilê de ne, ketine taxên derveyî bajêr Taxa Karamayê.
Li gorî agahiyê efserekî di asta bilind ê artêşa Iraqê de cih digire, pêşveçûna operasyona berfireh a li dijî çeteyê DAÎŞ’ê ya li Mûsilê dewam dike.
Di daxuyaniya artêşê de hate diyarkirin ku ketine Taxa Karama ya yek ji taxên Rojhilat ên bajêr, ji 3 eniyan ve pêşveçûn dewam dike.
Li aliyê din tîmên taybet ên girêdayî artêşa Iraqê diyar kiri bû ku îro ketine bajarokê Bazawaya yê dikeve Rojhilatê bajêr .