Çeteyên AKP’ê El Nusra û çeteyên din bi kêmanî 84 sivîl kuştin

Hate ragihandin, El Nusra û komên din ên çete ku hikûmeta AKP’ê û Erdogan ji bo ku wan ji Helebê bi saxî derxîne bazaran dîplomatîk dike, bi dehan sivîl qetil kirin.

Li Helebê şerê di navbera rejîma Sûriyê û El Nusra de ku navê xwe weke Fatah El Şam guherandî û komên din ên çete de berdewam dike, tê ragihandin çeteyan bi kêmî 84 sivîl qetil kirin.

Li gorî saloxdana artêşa Sûriyê di êrîşên çeteyan de yên bi rokêt û çekêm kîmyewî, kesên ku mirin bi piranî zarok û jin in. Tê ragihandin çeteyan 10 bombeyên gazî yên jehrê avêtine dibistan û qadên sivîl û 50 fûzeyên Gradê jî hatin avêtin. Ev saloxdan berê ji hêla saziyên mafê mirovan ve jî hatibû ragihandin.

Ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve jî hatibû ragihandin ku di van sê rojên dawî de di êrîşên çete û rejîmê de gelek sivîl hatine kuştin.