Civîna Bilind a Cîhanê ya Xelatên Aştiyê yên Nobelê wê li Kolombiyayê bê lidarxistin

Kolombiya, ku peymana aştiyê ya ji bo qedandina şerê 52 salan di referandûmê de red kir, wê ji 16. Civîna Bilind a Cîhanê ya Xelatên Aştiyê yên Nobelê re malovaniyê bike.

Hat ragihandin, civîna bilind wê di meha Sibatê de bê lidarxistin û 16 xwendiyên Xelata Aştiyê ya Nobelê wê tevlî bibin.

Li gorî daxuyaniya amadekaran, Civîna Bilind a Cîhanê ya Xelatên Aştiyê yên Nobelê wê di navbera 2-5'ê Sibata 2017'an de li Bagotayê bi tevlîbûneke bi heybet pêk were. Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos ku di meha Cotmehê de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobelê hatibû dîtin, wê malovaniyê ji civînê re bike û gelek lîderên berê yên beriya niha hêjayî xelatê hatibûn dîtin wê tevlî civîna bilind bibin.

Di nava beşdaran de ji serokdewletên berê yên DYA Jîmmy Carter, lîderê dawî yê Yekîtiya Sowyetan Mîhaîl Gorbaçov, Serokdewletê berê yê Başûrê Afrîkayê Frederîk de Kleker û Serokkomarê berê yê Polonyayê Lech Walesa jî hene, ku beriya niha Xelata Aştiyê ya Nobelê standibûn.

Civîna Bilind a Cîhanê ya Xelatên Aştiyê yên Nobelê, cara yekemîn wê li welatekî Latîn Amerîkayê pêk were. Lewma tê texmînkirin ku ev civîn bandoreke erênî li peymana aştiyê ya ku bi referandûmê hatibû redkirin, bike.

Sekretera Giştî ya Civîna Bilind a Cîhanê ya Xelatên Aştiyê yên Nobelê Ekaterîna Zagdalîna li ser mijarê axivî û diyar kir, bi saya civîna bilind, tecrûbeyên li ser pêvajoyên aştiyê yên li welatên cuda dikarin bên parvekirin. Zagdalîna destnîşan kir, ku mifteya çareseriyeke mayînde tevlîbûna hemû beşên civakê ye.

Civîna Bilind a Cîhanê ya Xelatên Aştiyê yên Nobelê, ji sala 1999'an û vir ve 15 caran hat lidarxistin û beriya niha li bajarên girîng ên weke Hîroşîma, Varşova, Berlîn, Parîs, Roma û Barcelonayê pêk hat.

Muzakereyên navbera Hêzên Çekdar ên Şoreşger li Kolombiyayê (FARC) û hikûmetê, ku 4 salan dewam kir, di 26'ê Îlonê de bi îmzekirina peymana aştiyeke mayînde qediya bû, lê belê di referandûma 2'ê Cotmehê de ev peyman bi rêjeya ji sedî 50.21'an hatibû redkirin. Tevlîbûman li referandûmê jî ji sedî 37.4 bû.