Peymana bazirganiyê ya navbera YE û Rojavayê Afrîkayê gefê li şîrê Afrîkayê dixwe

Komîsyona Ewropayê peymana bazirganiya serbest li ser Rojavayê Afrîkayê ferz dike.

Yê herî zêde ji vê peyamên qezenç bike, pîşesaziya şîr a Ewropayê ye. Yê derba giran bixwe jî Afrîka ye. Hilberînerên xwecihî ku ji xwe rewşa wan lawaz e, bi vê peymanê re wê hê bêhtir têk biçin.

Rojnameya înternetê ya alternatîf a Fransayê li ser Peymana Hevkariya Aobriyê dosyayeke berfireh weşand. Li gorî vê yekê, Komîsyona Ewropa peymanê li ser Rojavayê Afrîkayê ferz dike. Li Senegalê bi dehan salan e toza şîr tê bikaranîn. Ev rewş bi giranî li paytext Dakarê heye. Toza şîr a tê bikaranîn jî ji Ewropayê tê. Halbûkî şîrê xwecihî jî heye. Lê belê ji ber kêmaniya desteka siyasî û nebûna derfetan, şîr nagihêje bajêr.

Eger ev peyman were mohrkirin, wê hê demeke dirêj li şûna hilberîna şîrê xwecihî, tozê şîr bê bikaranîn. Peymana Hevkariya Aboriyê ku bi salan e tê ferzkirin, wê benda gumrukê ya li pêşiya hin berhemên ji Ewropayê tên li 15 welatên endamê Civaka AboriYê ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê ji holê rake.

Nîjerya û Gambiya vî aliyê bi zerar ê peymanê dîtin û naxwazin peymanê mohr bikin.

Ev peyman wê kêfa endustriya şîr a Ewropayê bîne. Endustriyên şîr ji bo mohrkirina peymanê zexteke giran dikin.

Berevajî Ewropayê li Rojavayê Afrîkayê şîr bi têrkerî nayê hilberîn, lê daxwaz ji bo şîr jî her sal zêde dibe. Li gorî Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aboriyê (OECD) û Rêxistina Çandinî û Xurekê (FAO), di navbera salên 2006-2012'an de ev daxwaz ji sedî 22 zêde bû.