CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Yemenê bi dehan kuştî
Li Yemenê piştî ku hêzên alîgirên Mansûr Hadî xwestin bajarê Taîz ê di kontrola mîlîsên Hûsî de ye kontrol bike, şer rû da û herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
COP22 banga xwedîderketina li Peymana Avhewayê kir
Dewletên tevlî Konferansa Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP22) bûne, ji bo bicihanîna peymana par hatibû amadekirin, bang kirin. -
Malbatên mexdûr ên li Kolombiyayê ji bo peymana aştiyê bang kirin
Piştgiriya ji bo peymana aştiyê ya navbera dewleta Kolombiyayê û gerîlayên FARC'ê, zêde dibe. -
Li Fellûceyê êrîşa li dijî dawetê: Herî kêm 40 kes mirin
Li daweteke nêzî bajarê Fellûce yê Iraqê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke xwekujî kirin. Ji ber êrîşê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Ava vexwarinê êdî li Slovenyayê mafekî bingehîn e
Li Slovenyayê, ku yek ji biçûktirîn welatên Yekîtiya Ewropayê (YE), biryar hat dayîn ava vexwarinê weke mafekî bingehîn ê 'ne tîcarî' di Destûra Bingehîn de cih bigire. -
Erdogan û Çavûşoglû wê li Hambûrgê werin şermezarkirin
Civîna Bilind a G20, ku wê di 7-8'ê Tîrmeha 2017'an de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê were lidarxistin, wê bi meşeke girseyî bê şermezarkirin. -
Li eyaleteke din a Elmanyayê koalîsyona SPD-Dîe Lînke-Kesk ava dibe
Beriya hilbijartinên giştî yên li Elmanyayê, nîqaşên li nava partiyên çep ên li ser koalîsyonên gengaz dewam dikin. Li eyaletan cara duyemîn e koalîsyona SPD-Dîe Lînke-Kesk ava dibe. -
Ji ber şewba çûkan, gelek welatan kirîna heywanên pînikan ji Elmanyayê qedexe kirin
Tevî gelek welatên Ewropayê, li 6 eyaletên Elmanyayê şewba çûkan hat dîtin. Li ser vê yekê, gelek welatan dest ji kirîna heywanên pînikan ji Elmanyayê berdan. -
Tê gotin 2 gerîlayên FARC'ê li Kolombiyayê hatine kuştin
Tevî agirbestê û daxuyaniyên li ser peymaneke nû ya aştiyê jî, hat gotin ku li Kolombiyayê şer derketiye û du gerîla hatine kuştin. -
Komargeran careke din Paûl Ryan hilbijartin
Komargerên ku bi hilbijartinên Serokatiya DYA re careke din piraniya endamên Meclîsa Nûneran bi dest xistin, ji bo Serokatiya Meclîsê dîsa Paûl Ryan hilbijartin. -
Têkildarî şîrketa Lafarge ya Fransayê, ji ber sûcê hevkariya bi DAIŞ'ê re doz hat vekirin
Têkildarî şîrketa Lafarge, ku yek ji mezintirîn hilberînerên çîmento yê Fransayê ye, li ser îdîaya 'febrîqeya wê ya li Rojava di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de hevkarî bi DAIŞ'ê re kiriye' doz hat vekirin. -
Kubayê li ser daxwaza Vatîkanê bi sedan mehkûm efû kir
Rêveberiya sosyalîst a li Kubayê, bersiveke erênî da daxwaza lîderê rûhanî yê Dêra Katolîk Papa Fransîskûs. Rêveberiyê bi sedan girtî û mehkûmên din efû kir. -
Hikûmeta Brîtanyayê ji bo Brexîtê pêşnûmeyekê amade dike
Li Brîtanya Mezin, ku di encama referandûmê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hat dayîn, hê ne diyar e wê kengî û çawa bê derketin. -
Li Kenyayê bi hezaran çek hatin şewitandin
Li Kenyayê, bi hezaran çekên bi rengekî neqanûnî dihatin bikaranîn û ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin, li pêş çavên gel li cihekî vekirî hatin şewitandin. -
Rêxistina Xweparastinê êrîşa li dijî Sefaretxaneya Bilind a Fransayê li xwe girt
Hat ragihandin, tevgereke bi navê 'Rêxistina Xweparastinê ya Şoreşger' êrîşa bi bombeya destan a 10'ê Mijdarê ya li Atînayê li dijî Sefaretxaneya Bilind a Fransayê hat kirin, li xwe girtiye. -
Polonya wê li dijî 'gefa Rûsan' 53 hezar paramîlîteran amade bike
Partiya Hiqûq û Edaletê (PîS), ku di sala 2015'an de careke din li Polonyayê bû desthilatdar, hewldanên xwe zêde dike ku civak hê bêhtir bikeve nava rewşeke paramîlîter. -
Li Elmanyayê cezayê girtîgehê li êrîşkarên nîjadperest hat birîn
Li Elmanyayê, cezayê girtîgehê li nîjadperestan hat birîn, ku di Tebaxa 2015'an de di xwepêşandanên nîjadperestî de şîdet li dijî penaberan bi kar anî bûn. -
Di peymana aştiyê ya Kolombiyayê de guhertin hatin kirin
Hat ragihandin, peymana aştiyê ya Kolombiyayê, ku şerê 52 salan diqedîne, lê di referandûmê de hat redkirin, hin xalên wê hatine guhertin. -
Cîhan di sala 2016'an de bi 1,2 dereceyî sincirî
Li gorî daneyên ku bi wesîleya Konferansa Avhewayê COP22 a li bajarê Marakeş ê Farsê hatin weşandin, pileya germahiyê ya sala 2016'an li gorî serdema beriya şoreşa pîşesaziyê di asta herî bilind de ye. -
Hîndîstanê bombe li Keşmîrê barand: 7 leşkerên Pakîstanê mirin
Li ser sînorê Hîndîstan û Pakîstanê, di encama aloziya leşkerî de herî kêm 7 leşkerên Pakîstanê mirin. -
Li şûna Gauck, Steînmeîer namzet e
Partiyên desthilatdar ên Elmanyayê li hev kirin, li şûna Serokkomar Joachîm Gaûck, ku sala bê dema wî ya wezîfeyê diqede, Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Frank Walter Steînmeîer namzet nîşan bidin. -
Hejmara kesên li Pakîstanê di êrîşa DAIŞ'ê de mirin, zêde dibe
Di êrîşa bombeyî ya duh de ku çeteyên DAIŞ'ê li xwe girtin, herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
DYA nebe jî wê Peymana Avhewayê bimîne
Piştî ku Donald Trûmp di hilbijartinên serokatiya DYA de bi ser ket, aqûbeta Peyama Avhewayê ya NY ji nû ve ket rojevê. Lê belê pispor dibêjin, DYA vê peymanê bi cih nîne jî, wê peymana avhewayê derbasdar be. -
Sorik hê jî dibe sedema mirina bi sed hezaran zarokî
Li gorî lêkolîna dawî ya ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hate weşandin, tevî ku di karê dermankirinê de pêşketineke mezin heye jî, salane bi sed hezaran zarok ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest didin. -
Xwepêşandanên li dijî Trûmp dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî Danald Trûmp ê ku hilbijartina DYA’yê de bi ser ket, tevî daxuyaniyên nerm ên serokê nû ya ji beriya hilbijartinê û şûn de jî dewam dike. Hat ragihandin ku di xwepêşandanekî yê danê sibehê de dengê çekan bilind bû.