Têkildarî şîrketa Lafarge ya Fransayê, ji ber sûcê hevkariya bi DAIŞ'ê re doz hat vekirin

Têkildarî şîrketa Lafarge, ku yek ji mezintirîn hilberînerên çîmento yê Fransayê ye, li ser îdîaya 'febrîqeya wê ya li Rojava di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de hevkarî bi DAIŞ'ê re kiriye' doz hat vekirin.

Yek ji rojnameyên sereke yên Fransayê Le Monde, pêr nûçeyek li ser mijarê weşandibû. Di nûçeyê de hatibû îdîakirin, ku febrîqeya vê şîrketê ya li bajarokê Çelebî yê li başûrê Kobanê, ji bo karibe hilberîna xwe bidomîne, bi çeteyên DAIŞ'ê re hevkarî kiriye. Li gorî îdîayê, ku Le Monde cara yekemîn di meha Hezîranê de xist rojevê, di sala 2014'an de dema çete li Sûriyeyê xurt bûn, şîrketa Lafarge bi rêya kesekî bi navê Ahmed Jalûdî bi çeteyan re têkilî daniye, ev kes li Minbicê bi çeteyan re rûniştiye û li hev kirine ku pêşî li çûn û hatina ji bo febrîqeya li Çelebî neyê girtin.

Li gorî îdîayan, ev rewş di e-mailên şîrketê de jî hatiye dîtin.

Piştî vê nûçeya Le Monde, Sherpa û Navenda Mafên Mirovan û Destûra Bingehîn a Ewropa (ECCHR) giliyê şîrketê û 11 xebatkarên berê yên şîrketê kir. Saziyên civakî yên sivîl ji dozgeran xwestin, îdîayan lêkolîn bikin û ji ber sûcên 'fînansekirina terorê', 'hevpariya sûcên şer', 'sûcê li dijî mirovahiyê' û 'afirandina xeteriya li ser jiyana mirovan' şîrket were darizandin.

Febrîqeya çîmento ya li bajarokê Çelebî yê li başûrrojhilatê Kobanê, di sala 2007'an de ji aliyê şîrketa Orascom a Misrî ve hatibû kirî û di sala 2010'an de dest bi hilberînê kiribû.

Şîrketa Lafarge û şîrketa Holcîm a ji Swîsreyê çend sal berê bûbûn yek.