Hikûmeta Brîtanyayê ji bo Brexîtê pêşnûmeyekê amade dike
Li Brîtanya Mezin, ku di encama referandûmê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hat dayîn, hê ne diyar e wê kengî û çawa bê derketin.
Li Brîtanya Mezin, ku di encama referandûmê de biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê hat dayîn, hê ne diyar e wê kengî û çawa bê derketin.
Amadekariyên hikûmeta mûxafazakar û Dadgeha Bilind a Brîtanyayê yên li ser biryara ku tê payîn heta dawiya vê salê bê eşkerekirin, dewam dikin.
Çav li rê ye, serlêdana derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê (Brexît) di Adara 2017'an de were kirin. Dadgeha Bilind a Londonê di meha bihurî de biryarek dabû, ku divê derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bi erêkirina parlamentê pêk were. Eger ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind a Brîtanyayê ve were erêkrin, hikûmet beriya serî li Yekîtiya Ewropayê bide, divê destûrê ji Kamara Avam bigire.
Hikûmeta bi serokwezaretiya Theresa May, pêşnûmeyeke nû di vî warî de amade kir û piştî eşkerebûna biryara Dadgeha Bilind a Brîtanyayê, wê ev pêşnûme pêşkêşî parlamenteran were kirin. Hejmara endamên Partiya Mûxafazakar a li desthilatdariyê, li Kamara Avamê zêde ye, lewma tê payîn ku pêşnûme bi hêsanî bê erêkirin.
Di referandûma Brexîtê de, ku 23'ê Hezîranê hat kirin, piraniya hilbijêrên li Îngilîstan û Gallerê xwestin ji nava Yekîtiya Ewropayê derkevin. Lê piraniya hilbijêrên li London, Îrlanda Bakur û Skoçyayê dengê xwe ji bo mayîna li nava Yekîtiya Ewropayê bi kar anîn. Lê belê ji ber ku rêjeya hilbijêrên xwestin ji nava Yekîtiya Ewropayê derkevin ji sedî 52 bû, biryara Brexîtê hat dayîn.