Ji ber şewba çûkan, gelek welatan kirîna heywanên pînikan ji Elmanyayê qedexe kirin
Tevî gelek welatên Ewropayê, li 6 eyaletên Elmanyayê şewba çûkan hat dîtin. Li ser vê yekê, gelek welatan dest ji kirîna heywanên pînikan ji Elmanyayê berdan.
Tevî gelek welatên Ewropayê, li 6 eyaletên Elmanyayê şewba çûkan hat dîtin. Li ser vê yekê, gelek welatan dest ji kirîna heywanên pînikan ji Elmanyayê berdan.
Nexweşên ji şewba çûkan H5N8, tevî Elmanyayê li Danîmarka, Macarîstan, Swîsre, Awûstûrya û Polonyayê jî hatibûn dîtin.
Piştî ku ev nexweşî belav bû, welatên Asya û Afrîkayê dest ji kirîna heywanên pînikan ji Elmanyayê, berdan. Hat ragihandin, li 6 eyaletên Elmanyayê ev vîrûs hatiye dîtin. Wezîrê Çandiniyê yê Eyaleta Mecklenbûrg-Vorpommernê Tîll Backhaûs da xuyakirin, ku gelek welatan qedexe kirine ku ji Elmanyayê heywanên zindî yên pînikan bikirin.
Backhaûs diyar kir, Japonya, Koreya Başûr, Hong Kong û Bosna-Hersekê kirîna ji Elmanyayê sekinandine.
Beriya niha Rûsya, Kazakîstan, Rûsya Spî, Ermenîstan û Kirgizîstanê jî kirîna heywanên pînikan ji Elmanyayê qedexe kiribûn.