Komargeran careke din Paûl Ryan hilbijartin

Komargerên ku bi hilbijartinên Serokatiya DYA re careke din piraniya endamên Meclîsa Nûneran bi dest xistin, ji bo Serokatiya Meclîsê dîsa Paûl Ryan hilbijartin.

Di encama hilbijartinên 8'ê Mijdarê de piraniya endamên Meclîsa Nûneran û Senatoyê careke din ket destê Partiya Komargeran.

Ji bo serokatiya Meclîsa Nûneran, careke din li ser Paûl Ryan biryar hat dayîn. Bi vî awayî Ryan ê ji par û vir ve li ser vî erkî ye, bawerî bi xwe anî. Serokatiya Ryan wê bi wesîleya destpêkirina serdema nû ya qanûndanînê, di meha Çileyê de bi dengdanê fermî bibe.

Demokratên ku li Meclîsê hejmara wan kêm be, hê biryar nedane ku Nancy Pelosî wezîfeya xwe bidomîne yan na. Her wiha li şûna Pelosî navekî hê ciwantir Tîm Ryan jî di rojeva demokratan de ye.

Di hilbijartinên serokatiyê de, berevajî texmînên şîrketên lêkolînê namzetê Serokkomariyê Donald Trûmp bi ser ketibû. Trûmp 306 ji 538 delegeyên eyaletan ên hilbijêr, qezenc kiribû.