Tê gotin 2 gerîlayên FARC'ê li Kolombiyayê hatine kuştin
Tevî agirbestê û daxuyaniyên li ser peymaneke nû ya aştiyê jî, hat gotin ku li Kolombiyayê şer derketiye û du gerîla hatine kuştin.
Tevî agirbestê û daxuyaniyên li ser peymaneke nû ya aştiyê jî, hat gotin ku li Kolombiyayê şer derketiye û du gerîla hatine kuştin.
Hûmberto de la Calle ku di muzakereyên bi FARC'ê re serokatiyê ji heyeta hikûmeta Bogota re dike, îdîa kir ku li eyaleta Bolîwarê di şerê li dijî yekîneyên artêşê de du gerîla hatine kuştin. Artêşa Kolombiyayê jî ev îdîa piştrast kir.
Li gorî daxuyaniya artêşê, li eyaleta Bolîwarî li dijî gerîlayên Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Kolombiyayê (ELN) operasyon hatiye meşandin û 2 gerîla hatine kuştin. Lê belê di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku kesê sêyemîn ê di şer de bi saxî hat girtin, ji wan re gotiye ku ew gerîlayên FARC'ê ne.
Hat îdîakirin, ku gerîlayê dîl hatiye girtin, endamê yekîneyên bi navê Eniya 37. a FARC'ê ye.
Peymana aştiyê ya dîrokî ku di referandûma 2'ê Cotmehê de hatibû redkirin, ji aliyê hikûmeta Kolombiyayê û FARC'ê ve ji nû ve hatibû nirxandin û amadekirin. Nayê zanîn ku ev bûyera duh bandorê li agirbesta navbera FARC'ê û artêşê bike yan na.