Di peymana aştiyê ya Kolombiyayê de guhertin hatin kirin

Hat ragihandin, peymana aştiyê ya Kolombiyayê, ku şerê 52 salan diqedîne, lê di referandûmê de hat redkirin, hin xalên wê hatine guhertin.

Li gorî metna nû ya peymanê, qedexeyên beriya niha li dijî cezakirina gerîla bi cezayê girtîgehê û xebitandina wan li karên cemaweriyê, tên rakirin. Di metna nû de tê gotin, gerîlayê sûcek kiribe wê li cihekî bejahî ji 5 heta 8 salan di binê çavan de bê girtin.

Di peymana aştiyê de hin nuqteyên teknîkî jî hatin guhertin û rewşa xwediyên mal û milkan ji nû ve hat destnîşankirin.

Ev metna nû ya peymana aştiyê, nayê zanîn bê ji aliyê Serokdewletê berê Alvaro Ûrîbe ku di 2'ê Cotmehê de kampanya 'na' meşand û dijberên din ve bê qebûlkirin an na.

Hêjayî gotinê ye, peymana aştiyê ku ji aliyê lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmenez û Serokdewlet Jûan Manûel Santos ve bi merasîmeke girseyî roja 26'ê Îlonê hate îmzekirin, di referandûma 2'ê Cotmehê de ku rêjeya tevlîbûnê kêm bû, bi rêjeyeke kêm a dengan hatibû redkirin.

Pêkane ev peymana nû, li şûna pêşkêşkirina refearndûm, yekser di Kongreyê re bê derbaskirin.