Polonya wê li dijî 'gefa Rûsan' 53 hezar paramîlîteran amade bike

Partiya Hiqûq û Edaletê (PîS), ku di sala 2015'an de careke din li Polonyayê bû desthilatdar, hewldanên xwe zêde dike ku civak hê bêhtir bikeve nava rewşeke paramîlîter.

Wezareta Parastinê dixwaze heta sala 2019'an hejmara hêzên paramîlîter bike 53 hezar.

Wezîrê Parastinê Antonî Macîerewîcz li paytext Varşovayê axivî û da xuyakirin, li dijî 'hewldanên gengaz ên leşkerên biyanî' ew ê perwerdeya leşkerî bidin sivîlên di parastina welêt de cih bigirin. Wezîr diyar kir, ew dixwazin 'kapasîteya parastinê ya welêt' zêde bikin. Wezîr Macîerewîcz îdîa kir, ku ev yek bi taybetî li dijî 'xeteriyên ji Rûsyayê bên' girîng e.

Wezîr got, "Ev yek bersiva herî baş e li gefên gengaz ên Rûs' e.

Li gorî agahiyên ji aliyê Wezîrê Parastinê ve hatin dayîn, heta sala 2019'an wê 53 hezar kes perwerdeya leşkerî bigirin û ev yekîne jî wê bi temamî ji sivîlan pêk were.

Hikûmeta koalîsyonê ya bi pêşengiya PîS'ê hat avakrin, ji ber pirsgirêka Ûkraynayê 'gefa êrîşê' ya Rûsyayê her tim dixe rojevê.