Li Yemenê bi dehan kuştî
Li Yemenê piştî ku hêzên alîgirên Mansûr Hadî xwestin bajarê Taîz ê di kontrola mîlîsên Hûsî de ye kontrol bike, şer rû da û herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Yemenê piştî ku hêzên alîgirên Mansûr Hadî xwestin bajarê Taîz ê di kontrola mîlîsên Hûsî de ye kontrol bike, şer rû da û herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor Hûsiyan, ji ber roket li cihê bazarê ket herî kêm 40 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku di şer de ku li dor bajarê Taîz ê li başûrrojavayê welêt dewam dike, ji hêzên hikûmetê yên girêdayî Serokdewlet Mansûr Hadî herî kêm 14 leşker hatin kuştin. Çavkaniyên artêşê jî dibêjin 24 mîlîsên Hûsî hatin kuştin.
Hate diyarkirin ku di şerê duh de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 16 jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên sabanews.net a Hûsiyan, yekîneyên alîgirên hikûmetê taxên rojhilatê bajêr topbaran kirine, ji ber roket li cihê bazarekê ket jî 40 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor Rêxistina Doktorên Sînornenas (MSF) ku li herêmê xebatan dike, di şer de cenazeyên 21 kesan û 76 birîndar anîne nexweşxaneyê.