Erdogan û Çavûşoglû wê li Hambûrgê werin şermezarkirin

Civîna Bilind a G20, ku wê di 7-8'ê Tîrmeha 2017'an de li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê were lidarxistin, wê bi meşeke girseyî bê şermezarkirin.

Meş ji aliyê bi dehan rêxistinan ve tê organîzekirin û tê payîn bi deh hezaran kes tevlî bibin. Armanca meşê duh bi civîneke çapemeniyê hat eşkerekirin.

Li ser navê komîteya amadekar Werner Raetz (Attac), Emîly Laqûer (Înterventîonîstîsche Lînke), Yavûz Fersoglû (NAV-DEM), Sedat Kaya (DÎDF) û Parlamenterê Partiya Çep Jan van Aken ê ji bo meşa 8'ê Tîrmeha 2017'an serlêdan kiribû, axivîn. Qisekeran dan xuyakirin, ku ew ê bi dirûşma "G20 -not welcome", serokên hikûmetên 20 dewletên herî xurt ên cîhanê ku wê tevlî civîna bilind bibin û ji aliyê 10.000 polîs û leşkeran ve werin parastin, bên şermezarkirin. Di civîna çapemeniyê de hat ragihandin, despot û demagogên mîna Erdogan, Trûmp û Pûtîn, siyaseta cîhanê bi rengekî herî nebaş temsîl dikin. Berdevkê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû da xuyakirin, ku gelê Kurd encamên polîtîkaya parçe bike-birêve bibe ya dewletên G20'an dijîn û anî ziman, weke gelê Kurd ew ê temaşekirina li pêkanînên rejîma Erdogan ê paşmêrê DAIŞ'ê, qebûl nekin. Fersoglû diyar kir, avakirina sîstema xwerêveberiyê li Rojava îspat kiriye ku cîhaneke din pêkan e û banga tevlîbûna li meşê kir.

Civîna bilind a G20'an wê li avahiya şaredariyê û li qada fûarê ya li navenda Hambûrgê pêk were. Di daxuyaniya hevpar a platformê de ku YJK/YXK jî di nav de ye hat gotin, "Nûnerên siyasî yên vê cîhana bênîzman dixwazin werin Hambûrgê: Ji Tirkyeyê Erdogan, ji Rûsyayê Pûtîn, ji Brezîlyayê darbekar Temer û ji DYA Donald Trûmp. Ji bo rêveberên hikûmetên Çîn an jî Hîndîstanê jî tiştekî xweş ê bê gotin nîne. Baş e, gelo ew hikûmetên gelekî demokrat ên Rojavayê Ewropayê? Yên ku dîwaran û bendan datînin û bi xwînsarî li fetisîna mirovan li ser rêya koçberiyê temaşe dikin, ev in. Em ê nîşanî wan bidin ku em naxwazin wan li Hambûrgê bibînin!"

Di nava platformê de her wiha ji bilî meşa mezin, çalakiyên bêîteatiyê yên li dora cihê civîna bilind jî tên nîqaşkirin. Ji bo zelalkirina van nîqaşan li ser çalakiyên dij bi civîna bilind, wê di 3-4'ê Kanûnê de li Hambûrgê konferansek were lidarxistin.

Li aliyê din, wê di 8'ê Kanûnê de weke pêş civîna G20'an, civîna OSCE'yê bê lidarxistin û Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Mevlut Çavûşoglû jî wê tevlî vê civînê bibe. Kurdistanî amadekariyan dikin ku Çavûşoglû şermezar bikin. Berdevkê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû da xuyakirin, ku wê bi vê armancê di 8'ê Kanûnê de meşek were lidarxistin.

...