Li Kenyayê bi hezaran çek hatin şewitandin

Li Kenyayê, bi hezaran çekên bi rengekî neqanûnî dihatin bikaranîn û ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin, li pêş çavên gel li cihekî vekirî hatin şewitandin.

Têkildarî 5 hezar 200 çekên ku ji destê rêxistinên sûc hatin derxistin an jî mirovan bi xwe teslîmî polîsan kirin, hikûmetê biryar da bişewitîne.

Di vê çarçoveyê de ev hemû çek hatin şewitandin.

Alîkarê Serokdewlet Wîllîam Rûto li ser mijarê axivî û destnîşan kir, çek gefeke mezin li ewlekariya welêt dixwin. Rûto diyar kir, çek bi hêsanî û erzanî tên peydakirin û got, ew ê têkoşîna xwe ya di vê mijarê de bidomînin.

...