Hîndîstanê bombe li Keşmîrê barand: 7 leşkerên Pakîstanê mirin

Li ser sînorê Hîndîstan û Pakîstanê, di encama aloziya leşkerî de herî kêm 7 leşkerên Pakîstanê mirin.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Pakîstanê, di encama topbarana artêşa Hîndîstanê de li herêma sînor a Bhîmber a Keşmîrê, leşkerên Pakîstanê mirin.

Hîndîstanê jî îdîa kir ku bomberdûman weke bersiva li êrîşên yekîneyên Pakîstanê yên li ser sînor hatiye kirin. Îslamabadê jî nerazîbûneke tund nîşanî vê îdîayê da.

Nêzî nîv sed sal e di navbera her du welatan de li ser herêma Keşmîrê alozî heye. Ev alozî di mehên dawî de zêde bû. Ji ber topbarana ji her du aliyan ve, gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.