Li Fellûceyê êrîşa li dijî dawetê: Herî kêm 40 kes mirin
Li daweteke nêzî bajarê Fellûce yê Iraqê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke xwekujî kirin. Ji ber êrîşê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li daweteke nêzî bajarê Fellûce yê Iraqê, çeteyên DAIŞ'ê êrîşeke xwekujî kirin. Ji ber êrîşê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Emîriya el Fellûce, ku bi 35 kîlometreyan li başûrê Fellûceyê ye, bi wesayîteke bombebarkirî êrîş li dijî daweteke polîsekî hat kirin.
Tê gotin, ji ber êrîşê herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dane, 60 kes jî birîndar bûne. Li gorî texmînan, êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye lidarxistin. Li vî bajarî ku di dawiya Hezîranê de ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate derxistin, êrîşên bi heman rengî tên lidarxistin.
Ji ber ku hejmara birîndaran gelekî zêde ye, fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.