Vê tevgera ku bi êrîşa Tîrmeha 2014'an a li dijî Sefaretxaneya Bilind a Meksîkayê navê xwe da bihîstin, tê îdîakirin ku êrîşa 10'ê Mijdarê jî li xwe girtiye. Malpera înternetê ya bi navê Indymedîa daxuyaniya rêxistina bi navê Xweparastina Şoreşgerî ragihand. Li gorî vê daxuyaniyê, ji ber ku Fransa 'di şerê kapîtalîst de li refê herî pêş e' bûye hedef.
Di daxuyaniyê de, kuştina ciwanekî ekolojîst bi navê Remî Fraîsse ji aliyê jendermeyên Fransayê ve, valakirina kampên penaberan ên li bajarê Calaîsê û girtina hin girtiyan li girtîgehên Fransayê hatin şermezarkirin.
Roja 10'ê Mijdarê 2 kesan bi motorsîkletê êrîşî avahiya Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya li Atînayê kiribûn û di encamê de ewlekarek bi sivikî birîndar bûbû.