Kubayê li ser daxwaza Vatîkanê bi sedan mehkûm efû kir

Rêveberiya sosyalîst a li Kubayê, bersiveke erênî da daxwaza lîderê rûhanî yê Dêra Katolîk Papa Fransîskûs. Rêveberiyê bi sedan girtî û mehkûmên din efû kir.

Li Kubayê, ku Papa Fransîskûs par ziyaret lê kir û 3 hezar 500 mehkûm hat efûkirin, bersiveke erênî ji daxwazeke din a Papa ya bi heman rengî re hat dayîn.

Hikûmetê ragihand, ku li gorî biryara bi însiyatîfa Papa hat girtin, 787 mehkûmên din hatine efûkirin. Hat ragihandin, mehkûmên ji cezayên giran ên weke kuştin, destavêtin an jî narkotîkê hatine girtin, li derveyî vê efûyê hatin girtin.

Fransîskûs ku piştî demeke dirêj di Îlona 2015'an de Kuba ziyaret kir, bi lîderê şoreşa sosyalîst Fîdel Castro re hevdîtinek kiribû.